Meclisa kantona Girê Spî şehîdxistina girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de şermezar kir

Meclisa Kantona Girê Spî sûcên ku dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî pêk tîne şermezar kirin û destnîşan kir ku divê hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.

Meclisa kantona Girê Spî şehîdxistina girtiyên siyasî di girtîgehên Tirkiyê de şermezar kir
23 kanûn, 2021   11:23
EYN ÎSA

Endamê rêveber ê kantona Girê Spî Egîd Bozan daxuyaniyî bi tevlêbûna bi dehan endamên komîteyên Meclisa Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê xwend.

Di daxuyaniyê de behasa hemeleya ku parlamentoyê Ewropayê ji bo piştgiriyê bidin parlementêrn girtî hat kirin ku di girtîgehên Tirkiyê de rastî hovantirîn binpêkirin û sûcan tên.

Di daxuyaniyê de hat piştrastkirin ku bi hezaran girtî, di girtîgehên Tirkiyê de ne û bi xeteriyê û tesfiyekirinê re rû bi rû mane. Her wiha mafên wan ên tenduristiyê jî hatine binpêkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de rakirina desthildatên Tirkiyê para girtîgehan ji budceya giştî hat şermezarkirin û hat gotin: “Ji vê yekê îsbat dibe ku dewleta Tirk siyasetên girtinê yên hovane li dijî girtiyên siyasî didomîne û hewl dide ewlehiya xwe ya hundir derxe derve da ku aloziyên siyasî û aborî binuxmîne.”

Di daxuyaniyê de bang li serbestberdana yekser a girtiyan hate kirin bi taybet ên nexweş û rawestandina hemû cureyên îşkenceyê.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku çarenûsa girtiyan eşkere bikin, fişarê li dewleta Tirk bikin da ku van kiryarên xwe yên dermirovî rawestîne.

(şx)

ANHA