Erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê hate bêbandorkirin

QSD’ê li bajarokê Deşîşa yê Hesekê erebeyeke bombebarkirî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve ji bo êrişan hatibû amadekirin, bê bandor kir.

Erebeyeke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê hate bêbandorkirin
23 kanûn, 2021   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dane, erebeya bombebarkirî ji bo êrişan hatibû amadekirin. Erebeya bombebarkirî beriya ku di êrişekê de were bikaranîn, ji aliye hêzên QSD’ê ve hate bêbandorkirin.

Tê payîn ku QSD têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.