​​​​​​​Bîlançoya êrişên 2 rojan a dewleta Tirk ên li dijî Zirgan û Til Temirê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 2 rojan de bi zêdetirî 350 topan bajarokê Zirgan û navçeya Til Temirê topbaran kirin. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn û 14 kesên din jî birîndar bûn ku di nav de jin û zarok jî hene.

​​​​​​​Bîlançoya êrişên 2 rojan a dewleta Tirk ên li dijî Zirgan û Til Temirê
23 kanûn, 2021   10:19
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hedefgirtina gundewarên kantona Hesekê didomînin.

Êvara sêşemê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bajarokê Zirgan ê girêdayî Dirbêsiyê û navçeya Til Temirê li bakurê kantona Hesekê bi dijwarî topbaran kirin. Her wiha duh hewl dan gelek nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Suryan ên li bakurê navçeya Til Temirê dagir bikin.

Nûçegihanên me ji Zirganê ragihand ku êvara sêşemê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yên li gundên Dawûdiye, Iniq El-Hewa û Bab El-Xêr ên girêdayî herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, bi çekên giran bajarok topbaran kir. Her wiha saet di 17:00`an de êvara çarşemê, careke din topbaran kirin.

Di topbarana 2 rojan de taxên rojavayê bajarok, aliyê bakur, rojava û başûrê wê, gundên Esediye, Xirbet Şeîr, Dada Ebdal, Til El-Werd, Til Hermele, Rebîat û Til Şeîr bi 170 top û moşekan hatin hedefgirtin.

Her wiha di encama wê topbaranê de 4 welatî şehîd bûn û 14 kesên din birîndar bûn ku di nav de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî heye.

Ajansa me navên şehîdan li gorî belgeyên nexweşxaneyan bi dest xistin; Meleke Ehmed El-Îd (30), dayika wê Fesle El-Îd (60) ên ji gundê Rebîat, Hemîd û Mihemed Xêr Elyan (58) ên ji gundê Esediye. Her wiha 10 welatiyên din jî birîndar bûn ku di nav de zarok jî hene.

Navên birîndaran wiha ne: Elî El-Îd (45), Cûrî El-Îd (11), Cûdî El-Îd (4), Ehmed El-Îd (11), Ehmed Mihemed El-Faris (50), Roza Diyab (35), Hemde Faris, Cemîl El-Îsa, Beşar Cemîl El-Îsa, Xidir Ehmed Ekle, Beşîr Itêwî, Ebdulkerîm El-Hamid, Fatme Elî Mehbûb û Seîd Fetah.

Der barê topbarana li ser Til Temirê de, nûçegihanê me ragihand ku saet di 17:30`an de sêşemê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên li rojhilat û rojavayê navçeya Til Temirê; Til Şenan, Til Cuma yên Asûr, gundên Um El-Kêf, Til Krabît û Tawîle topbaran kirin.

Di encamê de 3 leşkerên sînor ên hikumeta Şamê yên ji focên 5 û 3`yan; Fîras Ebdurehman, Mihemed Kusa û Fadî Seman birîndar bûn û zirarên mezin gihaştin milkên sivîlan.

Roja çarşemê serê sibehê, li gel topbaranê çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl da gundê Um El-Kêf dagir bikin. Lê hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê û Hêzên Meclisa Leşkerî ya Suryan hewldana çeteyan têk bir, 2 ji wan kuştin û yek din jî birîndar bû.

Her wiha di heman rojê de hemwextî topbarankirina bajarokê Zirganê dewleta Tirk a dagirker careke din gundê navçeya Til Temirê Til Şenan topbaran kir.

Nûçegihanê me ragihand ku di 2 rojan de, zêdetirî 180 top û moşek li gundên bakur û rojava ketin. Malên sivîlan ên gundên Til Şenan, Um El-Kêf, Til Kerabît û Til Cuma bûn armanca topbaranê û zirarê mezin lê çêbûn.

(şx)

ANHA