Kongra Star Cejna Noelê û Sersalê li Xiristiyanan pîroz kir

Koordînasyona Kongra Star Cejna Noelê û Sersalê li Xiristiyanan û gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe cejnên ewlehî, aştî û azadiyê ji bo hemû gelên azadîxwaz û aştîxwaz.

Kongra Star Cejna Noelê û Sersalê li Xiristiyanan pîroz kir
23 kanûn, 2021   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star a Rojava bi boneya Cejna Noelê û Sersala nû peyameke pîrozbahiyê weşand.

Koordînasyona Kongra Star Cejna Sersala nû li xiristiyan û tevahî gel pîroz kir û hêvî kir ku ev cejn bibe cejna aştî û hezkirinê di navbera gelên cîhanê de.

Koordînasyona Kongra Star tekez kir ku xiristyan yek ji pêkhateyên resen ên herêmê ne û nimûneya hevjiyana aştiyane û biratiya gelan in.

Koordînasyona Kongra Star di peyama pîrozbahiyê de bang li hemû gel kir ku girîngiyê bidin dilnizmiya olî û ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî û biratiya gelan hewldanan bikin da ku ev cejn bibe cejna xurtkirina biratî û hezkirinê di navbera hemû gelên herêmê de.           

(dx)

ANHA