‛Em terka xaka xwe nakin, em ê parastina destkeftiyên xwe bikin’

Şêniyên Hesekê diyar kir ku êrişên artêşa Tirk bi armanca dagirkirina xaka Sûriyê û koçberkirina welatiyan e, da ku demografiya herêmê biguherin, lê berxwedan û israr garantiya têkbirina van siyasetan in.

‛Em terka xaka xwe nakin, em ê parastina destkeftiyên xwe bikin’
23 kanûn, 2021   01:35
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyî gef û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ne, bi wê re gund û malên sivîlan hedef digirin.

Ji dema artêşa Tirk û çeteyên wê bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsa ji Cotmeha 2019`an ve dagir kirine, rojane û bê ser û ber wan herêman topbaran dikin. Li hemberî van êrişan jî hêzên qaşo garantor  bê deng in.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya bakurê kantona Hesekê da zanîn ku armanca dewleta Tirk û çeteyên wê ji van êrişan ew e ku projeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin û vîn û destkeftiyên wan desteser bikin, her wiha wan bidin koçberkirin da ku demografiya herêmê biguherin û xaka Sûriyê dagir bikin.

Roja sêşema derbasbûyî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî bajarokê Zirgan ê girêdayî navçeya Dirbêsiyê kir, di encamê de şehîd û birîndarên sivîl çêbûn.

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Elî ji ANHA`yê re wiha axivî: "Dewleta Tirk bi zilim û zordariya xwe ya li ser gelan tê naskirin û êriş û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bihane ne, da ku xaka Sûriyê dagir bike. Ji ber ku dixwaze xêr û bêra wê desteser bike û wê ji erdnîgariya welêt qut bike û bi vê yekê sînaryoya Lîwaa Îskenderon dubare bike."

Ebdulbaqî Elî destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk û gefên wê bi armanca têkbirina vîna gelê Kurd û gelê Kurdistanê ne, ji ber ku parastina çand û zimanê xwe dikin, mînaka vê yekê jî rewşa civata êzidî ya li Şengalê ye.

Welatiyê bi navê Ebdulbaqî Elî îşaret bi girîngiya berxwedana li dijî siyaset û êrişên artêşa Tirk kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê gelê herêmê bi erka xwe ya parastina herêmê rabe û ji bo rizgarkirina xaka dagirkirî û misogerkirina ewlehî û îstiqrarê tê bikoşe."

Welatiya bi navê Necwa Ebas diyar kir ku nabe ew ji ser xeta israr û berxwedanê vegerin, terka xakê red kir û wiha pê de çû: "Têkildarî êriş û gefên artêşa Tirk helwesta me cidî ye û em şêniyên van herêman me biryara xwe da û em ê li ser xaka xwe bimînin, her wiha em ê parastina destkeftiyên xwe bikin."

Welatiyê bi navê Mihemed Salih Mihê got, dewleta Tirk a dagirker piştî ragihandina projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û serkeftina wê, asta êrişên xwe yên li dijî herêmê bilindtir kir û wiha dewam kir: "Ev jî armanca wê ya têkbirina vî projeyê eşkere dike, ji ber ku ev proje li ser bingeha sîstema demokratîk hatiye avakirin û hemû pêkhateyan cihê xwe tê de girt anku berovajî sîstemên din e."

Mihemed Salih derbarê êrişên li dijî navçeya Zirganê, Til Temir û Eyn Îsa de ev nirxandin kir: "Artêşa Tirk hewl dide welatiyan bitirsîne, ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe, mînaka vê yekê jî hedefgirtina welatiyan di malên wan de."

Mihê di dawiyê de got, bêdengiya garantoran li hemberî agirbesta li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rê ji dewleta Tirk a dagirker ve vekir ku hîn zêdetir êrişan pêk bîne û hebûna dagirker li herêmê bi aramnac pêkanîna berjewendiyên wan dewletan e.

(eh)

ANHA