Tora çete û kontrayan a dewleta Tirk li ser kar e

Tora çete û kontrayan a dewleta Tirk li ser kar e
23 kanûn, 2021   02:48

Erdogan ALTAN

Dewleta Tirk a dagirker ku derban ji hêzên gerîla dixwe, kontrayên berê yên MÎT'ê û çeteyên DAIŞ'ê li gel hev aktif dike û hewl dide gelên Ereb û Kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê bi wan çeteyan teslîm bigire.

Dewleta Tirk a mêtinger bi berfirehkirina êrişa dagirkeriyê ya li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zê yên Başûrê Kurdistanê heta Qendîlê hewl dida li vê qadê serdestiyê bi dest bixe lê negihaşt armanca xwe. Êriş dikevin meha xwe ya 9'an lê dewleta Tirk nekarî bikeve Qendîlê û neçar ma ji hin herêman vekişe ku tevî hêzên taybet ên PDK'ê ketibûyê.

Tevî ku hemû çekên berhema teknolojiya bilind li gel çekên kîmyewî di hemû êrişên hewayî de bi kar anîn jî, dewleta Tirk a dagirker di dawiya dawî de kontrayên MÎT’ê yên kevn û çeteyên DAIŞ'ê yên têkçûyî ji nû ve xistin dewrê.  Dewleta Tirk bi 'Plana Têkbirinê' ya 2014'an li çar parçeyên Kurdistanê êrişên dagirkerî û qirkirinê didomîne û vê carê êrişên li dijî civaka Ereb jî li wan êrişan zêde kirin.

Çete û kontrayênvê carê jî balkêş in. Di nava van hêzan de ‘Tîma Xencer’ hene ku di salên 1990'î de li Bakurê Kurdistanê di revandin, komkujî û êrişên kontra yên li dijî welatparêzan de cih girtin. Lê ne tenê ev e. Ji roja destpêkê ya êrişan ve dewleta faşîst a AKP-MHP'ê hêzên taybet ên Zêrevanî, Gulan û Roj ên PDK'ê li Başûr xistine dewrê û komên faşîst ên girêdayî EniyaTirkmen a Iraqê jî aktîf dike.

MÎT li Rojava jî çeteyên DAIŞ'ê yên têkçûyî û komên çete yên ser bi muxalîfên Sûriyê ve ku ENKS jî di nav de ye, bi cih dike. Bi taybetî li Başûr û Rojava endamên MÎT'ê bi rengekî aşkera hewl didin toreke sîxuran çêkin. Ev yek jî nîşan dide bê ka dewleta Tirk çendî tengijiye.

ÇETEYÊN TÎMA XENCER KÎ NE?

Dewleta Tirk a dagirker ku nekarî bi êrişên xwe serdest bibe, mîna salên   1990'î Tîma Xencer ku bi pêkanînên xwe yên qirêjî yên wekî dîlgirtin, îşkence û qirkirina Kurdên welatparêz tê naskirin, derdixe meydanê.

Li gorî nûçeya taybet a malpera Lekolin.org’ê şaredarê berê yê Sêgirkê Sebrî Babat û Îsmet ê kurê Ehmedê Emo ku serkêşiya Tîma Xener a gundiyên Sêgirkê û Şêxan ên navçeya Qileban a Şirnexê dikin û di nava zeviyên li gundên Hozê û Mêrê yên herêma Botanê de xwe vedişêrin.

Hate zanîn ku komeke hevkarên herêmî yên ku bi artêşa Tirk a dagirker re beşdarî êrişan bûne, heta ku operasyon diqedin, li qadê xwe vedişêrin û li dijî gerîlayên azadiyê çalakiyên sîxuriyê û leşkerî pêk tînin.

Ev 'Tîma Xencer' ku ji îtîrafkar, kontra û çeteyan pêk tê, di nava çend salên dawî de bi kuştinên bêdaraz, operasyonên li dijî gerîla û çalakiyên li dijî saziyên legal ên Kurdan, kete rojevê.

Di sala 2010'an de komên kontra yên bi navê "Kellecî" û "Xencer" ên ku li Kurdistanê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine avakirin û ji nû ve hatin birêxistinkirin, li herêmên Şirnex, Colemêrg, Çewlik, Sêrt û Dêrsimê êrişan dikirin.

Li gorî agahiyên berdest, cerdevanên herêmî yên di Tîma Xencer û Kellecî de cih digirin, piştî ku ji aliyê tîmên taybet ên operasyonê ve li Tûgaya Komandoyan a Isparta-Egridirê bi qasî 9-15 hefteyan hatin perwerdekirin, wek komên ji 30 kesan pêk tên, dişînin Bakur û Başûrê Kurdistanê.

Hin cerdevanên ji sala 2010'an û vir ve di nava Tîmên Xencer û Kellecî de bi awayekî çalak tev li operasyonan dibin û ji bo pereyan gelê xwe dikujin, wiha ne; Fahrî K., Rahmî B., Orhan T., Servet K., Alî T., Aydin T., Kemal B., Ahmet K., Yakup K., Suphî K., Cevdet K., Faysal O., Nesîm K., Reşat G., Selahattîn G. û Refîk A.

LI BAŞÛR ÊRIŞÊN ÇETEYÊN ROJ Û SÎXURÊN ENIYA TIRKMEN

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide van siyasetan bi rêya çeteyên Roj ên li Başûr û komên paramîlîter ên Eniya Tirkmenan a Iraqê ku yekser bi desthilata AKP-MHP'ê ve girêdayî ye, bimeşîne.

Dewleta Tirk bi rêya çeteyên Roj bi rêya şebekeya ajanên ku li Başûr bi cih kirine, li dijî hêzên gerîla çalakiyên sîxûriyê pêk tîne û piştre jî bi dron û balafirên bêmirov hewl dide sûîqestan pêk bîne.

Bi heman awayî hikumeta AKP-MHP'ê bi daxuyaniyên xwe gefê li Şengal û Mexmûrê dixwe û hewl dide bi bicihkirina komên paramîlîter ên bi serkêşiya Erşat Salih serokê berê yê Eniya Tirkmen a Iraqê, êrişî wir bike.

LI BAKURÊ SÛRIYÊ KOMELEYA ŞAFAK A MÎT'Ê Û DAIŞ

Dewleta Tirk a dagirker ji bo êrişa dagirkeriyê ya berfireh a li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekarî ji hêzên navneteweyî piştgiriyê wergire û bi dron û balafirên bêmirov li Rojava kesayetên welatparêz ên pêşeng qetil dike.  Li aliyê din, şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ji nû ve tên aktîfkirin. Her wiha li herêmê bi rêya ‘Komeleya Şafak’ ku rêxistineke perevan a girêdayî MÎT'ê ye û şerê navxweyî yê Sûriyê ve xwe bi navê xêrxwaziyê bi rêxistin dike, xebatên sîxuriyê dimeşîne. 

Dewleta Tirk a dagirker hêviya xwe ji komên çete kêm kiriye û dixwaze bi rêya van her du aktoran encamekê bistîne. 

Komeleya Şafak di sala 2011'an de (şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir) ava bû. Di destpêka sala 2013'an de bi awayekî fermî hebûna xwe wek saziyeke negirêdayî rejîma Sûriyê ragihand. Ev rêxistin xwe wek rêxistineke sûriyan dide nîşandan. Lê belê derket holê ku hemû rêveber û karmendên wê li ser talîmatên MÎT'ê tev digerin.

Komeleya Şafak tora xwe berfireh dike û ev salek e bi rengekî çalak xebatên îstîxbaratê li herêmên Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn û Helebê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, dimeşîne. Her wiha tê diyarkirin ku Komeleya Şafak li herêmên Sermede, Dene, Selqîn, Kefer Texarîm û Cisr El-Şixûr ên Idlibê xwedî bandoreke zêde ye, hewl dide bandorê li ser neteweperestiyê berfireh bike û li van herêman serî li taktîkeke cuda bide.

ÊRIŞÊN HEVDEMÎ NE TESADUF IN

Êrişên çeteyên Roj, koma paramîlîter a Eniya Tirkmen, DAIŞ’ê yên bi talîmatên MÎT’ê yên li dijî Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Komeleya Şafak û her wiha girtina deriyê sînor ê Sêmalkayê bi destê PDK’ê, ne tesaduf e. Bê guman paş vê rewşê têkçûna dewleta Tirk a dagirker heye.

GELÊ KURD KONTRAYAN BAŞ NAS DIKE

Gelê Kurd ji salên 1990'î ve polîtîka û pêkanînên hêzên kontra baş nas kirine.

Gelê Kurd ne xerîbê êrişên bi taybet bi sûîqestên li Şengal, Mexmûr û Rojava ye. Dizane ku ev ne serkeftinek e, lê belê têkçûn e. Tevî van hemû êrişan jî berxwedana gel mezin dibe û ev yek îfadeyeke zelal a vê rewşa hişmend e.

Ji ber vê yekê, di demên dawîn de gel bi deşîfrekirina hevkarên Tîma Xencer, bi her awayî xwedî li tevgera azadiyê ya gelê Kurd derdikeve. YPS/YPS-J'ê 3 hevkar di nava meha dawîn ceza kirin ku di nava gel de hatibûn deşîfrekirin, encama têkoşîna gel a hişmend û birêxistinkirî ye.

Heman tişt ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî eynî ye. Di encama operasyonên QSD û hêzên ewlekariyê de gelek sîxur û hevkarên MÎT'ê hatin girtin. Dîsa dema ku çeteyên DAIŞ'ê li kantonên Hesekê û Qamişlo  amadekariyên êrişên xwekujî dikir, di encama helwesta hesas û  hişmend a gel de, êriş hatin bêbandorkirin. Ev tev jî nîşan didin bê ka desteka gelên Kurd û Ereb a ji bo hêzên parastinê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker çi qasî girîng in.   

ANHA