Hilbijartinên Lîbyayê di dema xwe de pêk nayên

Komîteya Hilbijartinan a Lîbyayê daxuyand ku hilbijartinên li welêt di dema xwe de nikarin li dar bikevin.

Hilbijartinên Lîbyayê di dema xwe de pêk nayên
22 kanûn, 2021   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora El-Erebiye, Komîteya Şopandina Hilbijartinan a Lîbyayê di daxuyaniyekê de bang li Eqîle Salih kir ku vegere ser erka xwe.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hilbijartin nikarin di dema xwe de li dar bikevin. Hilbijartin dê di 24'ê vê mehê de pêk bihatana.

Komîteyê da zanîn ku rakirina astengiyên li pêşiya hilbijartinan, girêdayî vegera serokê parlamentoya Lîbyayê Eqîle Salih li ser erka xwe ye.

Ji aliyekî din ve jî nûnera Neteweyên Yekbûyî ya Lîbyayê Stephanie Williams got wê bi komeke endamên foruma diyaloga siyasî ya Lîbyayê re hevdîtinek pêk aniye.

(dx)