Navên şehîd û birîndarên Til Temir û Zirganê

Ajansa me navên şehîd û birîndarên ji ber êrişên li ser navçeya Til Temir û Zirganê, belge kirin ku di encama topbaranê de 4 welatî şehîd bûbûn û 7 jî birîndar bûbûn.

Navên şehîd û birîndarên Til Temir û Zirganê
22 kanûn, 2021   10:05
HESEKÊ – DIYAR EHMED

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi çekên giran êrişî navçeyên Til Temir û Zirganê yên kantona Hesekê kir. Di encama wê de 4 welatî şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn, di navde 3 zarok hene. Her wiha zerarên madî çêbûn.

Dewleta Tirk a dagirker saet di 15:00`an de êrişî navçeya Zirganê û gundewarên wê kir. Topbaran çend saetan dewam kir.

Her wiha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Zirganê jî topbaran kir, taxa rojava ya navenda navçeyê kir hedef û gundên Um Hermele, Mezra, Til Emîr, Til El-Werd, El-Rebîat û El-Esediyê topbaran kirin. Di encama topbaranê de hin welatî şehîd û birîndar bûn û zirarên madî di mal û milkên şêniyan de çêbûn.

ŞEHÎD

Fesla El-Îd (60) û keça wê Melka Ehmed El-Îd (30) ji gundê El-Rebîat.

Mihemed Xêr Elyan (58) û Salih Hemîd ji gundê El-Esediye.

BIRÎNDAR

Elî El-Îd (45), Cûrî El-Îd (11), Cûdî El-Îd (4), Ehmed El-Îd (11) ji gundê El-Rebîat ê başûrê Zirganê ne.

Ehmed Mihemed El-Faris (50) ji gundê Til El-Werd.

Roza Diyar (35) ji navenda navçeya Zirganê ye û Hemda Faris.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajarên Qamişlo, Hesekê, navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê.

Her wiha 3 endamên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûne ku navê yekî Fîras Abdurehman e.

Şevê din saet di 16:30`an de dewleta Tirk û çeteyên wê topbarana xwe berfireh kir û gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Til Temir kirin hedef û gundê Til Şenan, Til Cûma yê Asûriyan, gundê Um El-Kêf, Til Kerabît û Tewîla topbaran kirin.

Di encama topbaranê de zirarên madî di mal û milkên sivîlan de çêbûn, 2 endamên hêzên hikumeta Şamê li gundê Um El-Kêf birîndar bûn û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a Til Temirê.

(bx)

ANHA