Stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê hate sererastkirin

Piştî xebatên 4 mehan Rêveberiya Xweser sererastkirina stasyona kehrebeyê ya li navçeya Dirbêsiyê bi dawî kir.

Stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê hate sererastkirin
Stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê hate sererastkirin
Stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê hate sererastkirin
Stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê hate sererastkirin
Stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê hate sererastkirin
22 kanûn, 2021   09:29
HESEKÊ-BOTAN HISÊN

Saziya kehrebeyê ya Dirbêsiyê bi hevkariya Nivîsgeha Enerjî û Peywendiyan a herêma Cizîrê xebata sererastkirina stasyona kehrebeyê girte ser xwe.

Li gorî çavdêrên li stasyonê, ji ber ku stasyon kevn e û gelek pirsgirêk çêdibûn, bi taybet têkildarî xeta kehrebeyê ku dide stasyona Elokê, her wiha çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk barekî zêde li ser stasyonê çêdikir û bi wê re stasyon şewitî, xebatên sererastkirinê pêk hatin.

Di 12’yê vê Nîsanê de, ji ber ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker barekî zêde li ser xeta kerhebeyê ya Elokê bi kar dianî, şewatek li stasyona kehrebeyê ya Dirbêsiyê çêbû.

Li gorî hevserokê saziya kehrebeyê ya Dirbêsiyê Ezîz Silêman, girîngiya sererastkirina stasyona kehrebeyê vedigere girîngiya wê ya stratejî di dayîna kehrebeyê ji stasyona Elokê re bi dema 24 saetan û ew jî avê dide Hesekê.

Piştî stasyona Serêkaniyê di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji xizmetê derket, stasyona Dirbêsiyê kehrebeyê dide stasyona Elokê ya avê.

Ezîzî Silêman got xebatên sererastkirinê bi kedên pîşesazên herêmê pêk hatin û stasyon bi lêçûna 291 hezar dolarî hate sererastkirin.

(fr)

ANHA