Rojnameyên erebî: Astana girîngiyê dide nîqaşkirina ‘Gav beramberî gavê'

Rojnameyên erebî yên îro behsa gera nû ya Astanayê û rojeva Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Astana girîngiyê dide nîqaşkirina ‘Gav beramberî gavê'
Rojnameyên erebî: Astana girîngiyê dide nîqaşkirina ‘Gav beramberî gavê'
Rojnameyên erebî: Astana girîngiyê dide nîqaşkirina ‘Gav beramberî gavê'
22 kanûn, 2021   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

‘GERA ASTANAYÊ DEST PÊ KIR; MOSKOV ŞERTÊN MUXALEFETÊ REXNE DIKE’

Der barê rewşa Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Duh li Nûr Sultanê gera 17`emîn a Astanayê bi beşdarbûna şandeyên her sê dewletên garantor ji bo agirbesta li Sûriyê (Rûsya, Îran û Tirkiye), nûnerên hikumet û muxalefetê, nûnerê NY’yê Geir Pedersen, şandeyên şopandinê yên NY`yê, Iraq, Urdun û Lubnanê dest pê kir.

Çavkaniyên beşdar ji Şerq El-Ewset re got, girîng di vê gerê de ji nîqaşkirina fikreya nûnerê navneteweyî ji Sûriyê re der barê ‘gav beramberî gavê’ re ye, her wiha dozên parastina sîstema agirbestê û rewşên li ser rûyê erdê li hin herêmên Sûriyê ye. Çavkanî got: "Dosyaya girtiyan li hêviyê ye ku girîngiyê bigire, ji ber ku hewldanên Rûsyayê ku pêşketinê di vê gerê de pêk bîne piştî ku gerên din bi bin ketin."

Li gorî çavkaniya ji şandeya muxalîf, Moskov tu encam ji pêşniyara Pedersen dernexist, ji ber ku Rûsya dibîne ev yek derbaskirina Komîteya Destûrê ye. Her wiha baweriya Moskovê bi hêza rejîmê nayê ku gavên berbiçav ji bo destekdayîna vê rêyê pêşkêş bike lê li beramberî wê jî tu daxuyanî ji aliyê fermî yê Rûsyayê ve di vê çarçoveyê de nehatin dayîn.

Diyar bû ku şandeya Rûsyayê nîqaş bi rexneyên rasterast ji muxalefeta Sûriyê dest pê kir. Aleksander Lavrentiev di dawiya hevdîtina bi şandeya Tirkiyê û Îranê re got, muxalefeta Sûriyê şertên ku nayên qebûlkirin li pêşiya xebatê komîteya destûrê datîne û diyar kir ku xwestekên wan nayên qebûlkirin û hê jî pêkanîna erêkirinê di xebatê komîteyê li Cinêvê asteng dike.”

‘SÛDAN... ÎSTÎFAKIRINA HEMDOK NÊZ E’

Têkildarî rojeva Sûdanê jî rojnameya El-Beyan wiha nivsand: "Çavkaniyekî diyar kir ku şevê din serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemdok israr dike ku di nava çend saetan de ji cihê xwe îstîfa bike. Ev jî piştî nêzî mehekê ji lihevkirina bi fermandarê artêşê Abdulfettah El-Burhan re ji bo avakirina hikumeta nû hate kirin.

Çavkaniyekî nêzî nivîsgeha Hemdok ji Sky News re got serokê hikumeta Sûdanê israr dikir ku di nava 2 hefteyên pêş de helwesta hevkariya bi aliyê leşkerî re ku di 21`ê Mijdarê de peymaneke siyasî îmze kir, binirxîne.”

(bx)