Di hilbijartinên Lîbyayê de nezelalî heye

​​​​​​​Tenê 2 roj ji bo soza hilbijartinên Lîbyayê mane, lê hîna pêkanîn an jî derengxistina wê ne misoger e, her wiha heta niha nexşe û xwezaya bernamzetan eşkere nebûye. Gelo astengiyên pêkanînê û senaryoyên muhtemel çi ne?

Di hilbijartinên Lîbyayê de nezelalî heye
22 kanûn, 2021   08:47
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Tevî ku soza ji bo hilbijartinên serokatiyê tenê 2 roj mane (24’ê Kanûnê), lê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan heta niha çarenûsa xebata hilbijartinê ranegihandiye. Lê belê serokê komîteya parlamentoyê yê erkdarkirî têkilî bi komserê hilbijartinan Ebdulhadî El-Sexîr re danî û got derengxistina hilbijartinê îro mijareke rasteqîn e.

El-Sexîr li gel kanaleke lîbyayî roja înê daxuyand ku dê parlamento civînekê bi serokatiya Eqîle Salih re di 27’ê Kanûnê de li dar bixe ku rewşa hikumeta niha binirxîne.

Eqîle Salih got hilbijartina hikumeteke nû tenê qanûnî ye, ji ber hikumeta El-Debîbe xebatan heta 24’ê Kanûnê bi rê ve dibe û dê hikumeteke nû heta amadekirina hilbijartinê vekirî be.

Girêdayî mijarê, lêkolînerê têkiliyên navneteweyî Dr. Mistefa Selah wiha got: "Di dema axaftina li ser xwezaya rewşên niha yên krîza Lîbyayê de tê dîtin ku du rêveçûn hene. Ya yekê bi nûnertiya girseya kedên herêmê û navneteweyî bi hin aliyên hundirîn ên lîbyayî re ku hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê di 24’ê vê Kanûnê de li dar bixin. Di heman demê de hin hêzên hundirîn dixwazin vê hilbijartina ku zêdetirî salekê li bendê ne were derengxistin. Ji ber ev hilbijartinê dibe destpêka çarekirina krîzê û dîtina çareyeke siyasî ya destpêkê ku dikare krîza siyasî ya Lîbyayê bi dawî bike."

Selah ji ajansa me re wiha domand: "Ev her du rêveçûn pêşeroja dîmena siyasî ya Lîbyayê çi li ser asta nêz be yan jî dûr be kontrol dikin. Heke hilbijartin çêbûn an çênebûn dê dîmena siyasî ya Lîbyayê li ser asta hundirîn diyar bike yan jî bandorên herêmî û navneteweyî eşkere bikin."

GIRÊDANA BI DERVE RE Û XWEBIHÊZKIRINA BI ÇEKAN

Tevî nêzbûna soza hilbijartinan, lê hîna tu bernamzet bi awayekî fermî nehatine misogerkirin, her wiha lîsteya bernamzetan a dawî nehatiye ragihandin.

Nêzî 100 bernamzet ji bo serokatiyê hene û nêzî 5 hezar kes ji bo daîreyên parlamentoyê di pêşbirkê de ne.

Rojnameya Independent On Sunday bi bîr xist ku di rojên dawîn de milîsên li Terablusê karwanên ji erebeyên biçûk ku li ser doçka hebûn belav kir, bi wê re beriya hilbijartina 24’ê Kanûnê gefan li dijî hev dixwin.

Hêzên Xelîfe Hefter ku ew jî bernamzetekî serokatiyê ye, xwe li başûrê welat beriya dengdayînê ya bi destketa NY’yê, xurt kir.

Rojnameyê got Seyfullah El-Qezafî jî di nava bernamzetan de ye ku ew ji hêla dadgeha sûcên navneteweyî ve tê xwestin. Lê Debîbe jî dahatûyên dewletê di hemleya xwe ya hilbijartinê de bi kar tîne û Hefter jî serweriyê li binesaziya ewlehî ya li rojhilat û rojavayê welat dike û dê li ser dengdayîn hilbijartinan çavdêr bike.

Ji aliyê din ve, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwaze van hilbijartinan li dar bixe da ku li şûna hikumeta Debîbe ya ku di encama lihevkirina Rûsya-Tirkiyê de hat avakirin, deshilatdariyeke nû li welat ava bike ku xwe dispêre dosya ewlekarî û li hemberî bandora Rûsyayê bisekine.

Têkildarî destwerdanên derve di van hilbijartinan de, Selah wiha got: "Parçebûna di hundirê Lîbyayê de mîna berdewama destwerdanên derve di vê aloziyê de ye. Hin bernamzet hene perspektîfan ji derve digirin. Ev yek pêkanîna van hilbijartinan zehmetir dike, nexasim ku li gel wan bernamzetan armancên nîştimanî tune ne. Di encamê de destekê ji destwerdanên derve digirin."

Selah der barê îhtîmala taloqkirina hilbijartinan de wiha got: "Wek ku min di destpêkê de jî got, 2 rê hene, rêya yekemîn armanca wê ku hilbijartinan di roja xwe ya diyarkirî de bi dawî bikin ku ev yek di hin pratîkan de diyar bû, çi ji bo amadekirina navendên dengdanê, çi ji bo ragihandina pêşnûmaya namzetan, yan jî der barê hewldanên ewlehiya hundirîn û yekkirina saziyên leşkerî."

Selah wiha lê zêde kir: "Gelek sedem der barê îhtîmala taloqkirina hilbijartinê hene ku hinek ji wan bi derfetên îdarî yên hikumeta Lîbyayê û kontrolnekirina dê li gelek herêmên Lîbyayê ve girêdayî ne."

Selah wiha dom kir: "Ji aliyekî din ve ev bangewaziyên hin koman, bi taybet koma Îxwan Muslimîn, bo boykotkirina hilbijartinan di dubarekirina senaryoya sala 2014'an de, piştî ku operasyona Fecir Lîbyayê pêk anî."

Der barê senaryoya muhtemel de Selah got: "Ez dibînim ku dema ku civîn pêk neyê dê ji şeş mehan heya salekê be, heya ku hin şert û mercên ewlehî û siyasî werin danîn, ji ber ku destpêkek ji bo yekirina saziya leşkerî heye û gelek daxuyaniyên komîteya 5+5 hene ku ji bo yekirina saziya leşkerî û derxistina çeteyan hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ez difikirim ku ev mijar dê bibe sedemeke diyarker di qada siyasî ya hundirîn de."

Selah der barê lidarxistina hilbijartin di dema xwe de, tevî pirsgirêkên heyî wiha got: "Armanca pabendbûna hêzên herêmî û navneteweyî bi pêwîstiya çareserkirina vê krîzê û veguherandina Lîbyayê ji bo qonaxeke nû ya siyasî ye."

Selah di dawiyê de got: "Pêwîstî bi lidarxistina hilbijartinan di dema xwe de heye, da ku hêzên çalak ên li Lîbyayê karibin xwe bi rê ve bibin, hem di qonaxa pêş de hem jî bi hewldanên hevgirtî yên herêmî û navneteweyî yên ji bo yekirina saziyên leşkerî ji aliyekê ve û peydakirina mekanîzmayên çareserkirina krîzê, çi der barê derxistina çeteyan de, çi jî bi sînordarkirina destwerdana derve di krîza Lîbyayê de."

(dx)

ANHA