ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 22-12-2021
22 kanûn, 2021   00:00

- Li Sêmalkayê çalakiya malbatên şehîdan a  ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 79'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sporvanên bajarê Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê meşekê li dar dixin, meş ji pêşiya avahiya Desteya Ciwan û Werzîrê ya Herêma Firatê dest pê dike, saet 13:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya Kantona Qamişlo, civîna xwe ya salane li navenda Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan li dar dixe, seat 09:00`an li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Telat Yûnis diyar kir ku êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li ser Zirganê berdewama êrişên qirkirinê yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got, hêzên garantor berpirsên encamên van êrişan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî  got “Berxwedana HPG û YJA Starê pîroz e” . (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Zîlan Til Temir soza parastina şêniyên herêmê da û got: "Li dijî her êrişekê em amade ne bersivê bidin. Em nahêlin dagirker axa me dagir bike û gelê me koçber bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sala 2021 li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûyerên girîng rû dan. Ev rapora bi wêne bûyerên ku îsal qewimîne diyar dike. (BI WÊNE).

- Li seranserî cîhanê kesên ku xwedî li fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan derketine,ji bo misogeriya azadiya wî ya fîzîk di nav çalakiyan de ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

- Di sala 2021’an de topbaranên dualî di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li bakur rojavayê Sûriyê, serweriya hikumeta Şamê li başûrê Sûriyê bi desteka Rûsyayê û zêdebûna êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên Îranê hebûn, li aliyekî din jî krîza aborî zêdetir bû û rewşa vîrusa Koronayê kembaxtir bû. (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Nivîskarê siyasî yê Sûriyê endezyar Mihemed Îsa diyar kir ku dewleta Tirk rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan red dike, ji ber ku ew ji yên din bêtir dizane ku azadiya Ocalan ji bo gelên bindest ên li herêmê tê çi wateyê. Her wiha destnîşan kir ku PKK`ê banga biratî û aştiyê di navbera hemû pêkhateyan de dike û tu hicet tune ye ku têkoşîna wê bi terorê were binavkirin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Ev demek e sîstema darazê ya dewlet Tirk hilweşiyaye. Em bi Tirkiyeyekê re rû bi rû ne ku baweriya bi edaletê lê nemaye û yên li mafên xwe digerin jî bêhtir mexdûr dibin. Cihên ku bêhiqûqî herî zêde lê zêde ye, bê guman girtîgeh in. Ferqa şert û mercên cûntaya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê nemaye. Li korîdorên zîndanan êdî zext û îşkenceyeke bêhtir namerd û sîstematîk heye.

CÎHAN

- Li gorî hatiye plankirin du roj ji hilbijartinên Lîbyayê re maye. Lê hîna teqez nebûye ku wê were pêkanîna an were pêşxistin. Her wiha heya niha nexşerê û xwezaya namzetan diyar nebûye. Gelo astengî û senaroyayên muhtemel çi ne? (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî xebatên 4 mehan Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sererastkirina stasyona kehrebê ya li navçeya Dirbêsiyê bi dawî kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Projeya sê mehan ya sebzeyan a Komîteya Aboriya Jinê ya navçeya Tirbespiyê, piştî serkeftina wê di çandina kartolan de, bû sedema berdewamiya zêdekirina zeviyên çandiniyê û pêşxistina hilberandina kartolê bi awayekî ku li gorî xwezaya herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA