Panoramaya Sûriyê ya 2021'an: Krîza siyasî û aborî girantir bû, şer bê navber dewam kir

Di sala 2021’an de topbaranên dualî di navbera hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li bakur rojavayê Sûriyê, serweriya hikumeta Şamê li başûrê Sûriyê bi desteka Rûsyayê û zêdebûna êrişên Îsraîlê li dijî nuqteyên Îranê hebûn, li aliyekî din jî krîza aborî zêdetir bû û rewşa vîrusa Koronayê kembaxtir bû.

Panoramaya Sûriyê ya 2021'an: Krîza siyasî û aborî girantir bû, şer bê navber dewam kir
22 kanûn, 2021   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Saleke din di ser sûriyan re derbas bû û bê ku tu pêşketin an jî başbûneke ewlehî yan jî başbûna rewşa aborî çêbibe krîz berdewam e. Topbaran, aloziya ewlehî û dorpêçê berdewam e. Êdî sûriyên ji ber topbaran û şeran nemirine, bi hilweşîna aborî, tunebûna xwarinê û rewşa xizmetguzariyê ya xerab re rûbirûyî mirinê ne.

REWŞA BAŞÛRÊ SÛRIYÊ Û ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN MEHANE

Têkildarî aliyên meydanî û leşkerî li Sûriyê rewşa li herêmên Bêçek; bejahiyên Idlib, Heleb, Hema û Laziqiyê nehatiye guhartin, bi wê re topbaranên dualî yên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk berdewam in.

HÊZÊN HIKUMEA ŞAMÊ BI PIŞTEVANIYA RÛSYAYÊ DERA KONTROL KIR

Têkildarî pêşketina meydanî ya li başûrê Sûriyê bi taybet Dera di dirêjahiya 2021’an de, li parêzgehê nakokiyeke ewlehiyê hebû. Bi wê re topbaranên dualî di navbera hêzên Firqeya 4’an a hikumeta Şamê ya ku Îran piştevaniya wê dike û Feyleqa 5’an de ku ji komên çekdar ên berê hatine avakirin a ku Rûsya piştevaniya wê dike, hebûn.

Di 30’yê Tebaxê de hêzên hikumeta Şamê dest bi topbaranê kir û dorpêçek li ser herêmê ferz kir û nehişt xwarin û sotemenî derbas bibe da ku zextekê li ser çekdaran bike ku radest werbigire.

Di 1’ê Îlonê de, dest bi pêkanîna peymana agirbestê li Derayê bi garantiya Rûsyayê hate kirin, da ku rageşiya leşkerî ya mezin ku çend hefteyan li ber xwe daye, were sînordarkirin.

Di 9’ê Îlonê de û li gorî peymana bi garantiya Rûsyayê hêzên hikumeta Şamê derbasî Derayê bûn.

HEDEFGIRTINÊN ÎSRAÎLÊ YÊN BÊNAVBER

Têkildarî rewşa leşkerî ya îsal, Îsraîlê êrişên dijwar li dijî xaka Sûriyê pêk anîn:

22’yê Kanûnê Îsraîlê êrişî Hemayê kir.

4’ê Sibatê Îsraîlê êrişî nuqteyên li parêzgeha Quneytera ya başûr kir.

15’ê Sibatê Îsraîlê êrişî nêzî Şamê kir û gelek nuqteyên li dora paytextê hedef girtin, di encamê de 6 kuştiyên hêzên alîgirê hikumeta Şamê çêbûn.

1’ê Adarê Îsalê êrişî hin nuqteyên li dora Şamê kir, her wiha pergala parastina asîmanî ya Sûriyê jî ragihand ku piranî hedef bêbandor kirin.

8’ê Nîsanê Îsraîlê êrişî nuqteyên nêzî Şamê kir û pergala parastinê ya asîmanî ya hikumeta Şamê gelek moşekên li taxên başûrê paytextê bêbandor kirine.

22’yê Nîsanê, artêşa Îsraîlê ragihand ku gelek êriş li hundirê Sûriyê pêk anîne, ew jî piştî moşeka ji hundirê Sûriyê ber bi wê ve hatiye avêtin û li çolistana Neqeb a li başûrê Îsraîlê ya li nêzî cihên nukleerê yên Deymona ketiye, pêk hat. Li gel wê jî hikumeta Şamê got Îsraîlê nuqteyên li derdora Şamê hedef girtine.

5’ê Gulanê ragihadina girêdayî hikumeta Şamê diyar kiribû ku pergala parastina asîmanî ya Sûriyê bersiva êrişên Îsraîlê ku herêmên berava Laziqiyê kiribû hedef, da.

9’ê Hezîranê di derbeya Îsalê ya şevê li dijî parêzgeha Humsê de 8 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

22’yê Tîrmehê, ragihandina hikumeta Şamê daxuyand ku pergala parastina asîmanî bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî nuqteyên leşkerî yên li Qisêr a Humsê da. Li aliyekî din jî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên girêdayî Hizbullah a Lubnanê ya li herêma balafirgeha El-Deba ya leşkerî û Qisêr hedef girtin û di encamê de depoyên çek û cebilxaneyan hatin îmhakirin.

20’ê Tebaxê, hikumeta Şamê da zanîn ku balafirên Îsraîlê nuqteyên li nêzî Şamê û Humsê hedef girtin. Li ser wê yekê SOHR’ê eşkere kir ku Îsraîlê depoyên çek û cebilxaneyên leşkerî yên Hizbullah a Lubnanê hedef girtin.

3’yê Îlonê, Îsraîlê di şevê de êrişên asîmanî li dijî nuqteyên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê li nêzî paytextê pêk anîn û li gorî SOHR’ê komên alîgirên Îranê hatin hedefgirtin.

14’ê Cotmehê Îsraîlê êrişeke asîmanî li dijî Tedmurê ya Humsê pêk anî.

3’yê Mijdarê, Îsraîlê herêmeke li bejahiya Şamê ku tê de depoyên çek û cebilxaneyên girêdayî hêzên algîrê Îranê hebûn, hedef girt.

8’ê Mijdarê, Îsraîlê nuqteyên li herêma navîn û beravê yên Sûriyê hedef girtin.

24’ê Mijdarê Îsraîlê 3 gundên li bejahiyên rojavayê Humsê hedef girtin.

RAGEŞEIYA WASHINGTON Û TEHRANÊ LI IRAQÊ BANDOR LI SÛRIYÊ KIR

Zêdetirî êrişên Îsraîlê, rageşiya di navbera DYA û hêzên alîgirên Îranê li Iraqê de bandor li Sûriyê kir.

Di 26’ê Sibatê de DYA’yê baregehên komên çekdar ên alîgirê Îranê li rojhilatê sûriyê bombebaran kir, di encamê de 22 çekdarên iraqî hatin kuştin. Ew jî yekemîn êrişa leşkerî ya bi rêveberiya Jeo Biden bû ku bersiva êrişên li dijî berjewendiyên rojava li Iraqê dide.

29’ê Hezîranê komên alîgirê Îranê baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li rojhilatê Sûriyê hedef girt. Ew yek jî bersivdana derbeyên asîmanî yên Washingtonê li Sûriyê û Iraqê yên li dijî komên girêdayî Tehranê bû.

BEJAHIYA SÛRIYÊ BAREGEHA GIRÎNG A DAIŞ`Ê YA LI PÊŞ ÇAVÊN RÛSYA Û ŞAMÊ YE

Tevî nîqaşên Rûsya û hikumeta Şamê yên êrişên li dijî çeteyên DAIŞ’ê, lê bejahiya Sûriyê baregeheke girîng a çeteyên DAIŞ’ê di 2021’an de bû.

19’ê Nîsanê, artêşa Rûsyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku nêzî 200 çekdar di êrişeke hewayî ya li Sûriyê de hatine kuştin û ew êriş li dijî baregehek li bakurê rojhilatê Tedmurê ku tê de terorîst hebûn, pêk hat.

13’yê Mijdarê, 13 endamên alîgirên hêzên hikumeta Şamê di kemîneke çeteyên DAIŞ’ê li rojhilatê Sûriyê de hatin kuştin.

TÊKILDARÎ SIYASETÊ...DESTÛRA SÛRIYÊ Û RÊVEÇÛNÊN DIN BI BIN KETIN

Têkildarî pêşdeçûna siyasî, girêdayî civînên navneteweyî yên taybet bi çareserkirina krîza Sûriyê saleke rûtîn derbas bû. Lê pêşdeçûnên girîng ên têkildarî normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re bi xwe re anî.

BEŞAR EL-ESED WÎLAYETEKE NÛ DEST PÊ KIR Û SERDANA MOSKOVA KIR

Di 27’ê Hezîranê de Şamê ragihand ku Beşar El-Esed wîlayeteke nû ya serokatiyê ji 7 salan bi rêjeya ji sedî 95,1 bi dest xist ku muxalifan ew yek bi şanoyekê wesif kir û Washingtonê jî got pê neyên xapandin.

10’ê Tebaxê piştî zêdetirî 2 mehan ji serkeftina wîlayeteke nû ya serokatiyê, Beşar El-Esed qanûneke nû derxist û hikumeteke nû ya bi serokatiya Hisên Ernûs ku tê de 29 wezîr hene ava kir. Lê piraniya wan wezîran ên berê bûn, tenê di 5 wezaretan de guhartin çêbûn.

14’ê Îlonê, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Kremlinê Beşar El-Esed pêşwaz kir. Ew yek jî ji 2015’an ve civîna yekemîn a her du serokan bû.

9’ê Cotmehê, Beşar El-Esed qebûl kir ku apê wî Rifet Esed (84) yê ku ku 36 salan sirgûnî Fransayê bûbû, vegere Sûriyê.

DESTÛR Û ASTANA BÊ ENCAM IN

Têkildarî komîteya destûrê, di 30’yê Çileyê de xebatên gera 5’an ên komîteya destûrê bi dawî bûn ku nûnerê navneteweyî Gier Pedersen bi bêhêviyan wesif kir.

17’ê Sibatê, dewletên garantor ên rêveçûna Astanayê (Tirkiye, Rûsya û Îran) xebatên gera 15’an a li Sochiyê bi dawî kir. Lê daxuyaniya dawiya civînê nehat dayîn, tenê êrişî projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin û bi parçebûnê hat wesifkirin.

8’ê Tîrmehê, dewletên garantor di dawiya civîna danûstandinên Astanayê yên 16’an li Nûr Sultan de daxuyaniyeke hevbeş da, tê de hat teqezkirin ku divê perspektîfên di daxuyaniyên berê de pêk werin.

22’yê Cotmehê nûnerê navneteweyî yê taybet bi Sûriyê Gier Pedersen ragihand ku gera 6’an a civînên komîteya destûrê bêyî lihevkirinên hevbeş bi dawî bûn. Pedersen civîna komîteyê bi "bêhêviyên mezin" wesif kir û got "Vê gerê tu lihevkirinên hevbeş pêk neanîn."

Di 21 û 22’yê vê Kanûnê de gera nû ya 17 a Astanayê li dar dikeve. Lê tu hêviyên lihevkirineke ku bikeve xizmeta çareseriya krîza Sûriyê tune ne.

NORMALÎZEKIRINA EREBÎ BI ŞAMÊ RE NE WASHINGTONÊ RAZÎ DIKE Û NE JÎ ACIZ DIKE

Îsal tevgereke navneteweyî ya zêde hebû, ya girîng jî têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dewletên ereb de bû.

11’ê Adarê wezîrên karên derve yên Qeter, Tirkiyê û Rûsyayê li Dewhayê li hev civîn. Di civînê de banga çareserkirina krîza siyasî ya ku 10 sal in didome, hate kirin.

3’yê Îlonê, berpirsên Lubnanê ragihand ku şandeyeke wezîrên hikumeta Lubnanê serdana Şamê kir ku rê li pêş plana bi piştevaniya DYA’yê were vekirin. Da ku krîza kehrebeyê ya li Lubnanê sivik bibe ku kehrebeyê bi rêya Urdinê bidin Sûriyê. Ji 10 salan ve ev serdaneke fermî ya girîng e.

Di roja dîtir de, hikumeta Şamê li ser xwesteka Lubnanê ya dahatûkirina gaza misirî bi rêya xaka wê ku enerjiyê dabîn bike, erê kir.

8’ê Îlona, di civîna li Umanê de wezîrên enerjiyê yên Urdin, Misir, Sûriyê û Lubnanê li ser nexşerêya veguhastina gaza misirî bi bejahî ber bi Lubnanê ve erê kir.

19’ê Îlonê, serokê erkanê yê hevbeş ê artêşa Urdinê Yûsif El-Hinêtî li paytexta Urdin Umanê wezîrê parastinê yê hikumeta Şamê îmad Elî Eyûb pêşwazî kir.

29’ê Îlonê Urdinê ji nû ve dergeha Cabir – Nesîb a ber bi Sûriyê ve bi temamî vekir.

3’yê Cotmehê, Beşar El-Esed yekemîn peywendî bi rêya telefonê bi şahê Urdinê Ebdullah El-Sanî re ji dema destpêkirina aloziya Sûriyê ya 2011’an ve pêk anî.

20’ê Cotmehê, ajansa nûçeyan a Îmaratê got waliyê Ebû Zebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan bi telefonê bi Beşar El-Esed re li ser pêşdeçûnên li Sûriyê û Rojhilata Navîn nîqaş kir.

9’ê Mijdarê Beşar El-Esed wezîrê karên derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan pêşwaz kir.

Di roja din de, piştî serdana wezîrê karên derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan ji Şamê re, wezîrê karên derve yê Amerîkayê fikarên xwe anîn ziman û da zanîn ku ew tu kedê ji bo normalîzekirina bi Beşar El-Esed re nade û piştevaniya wî nake. Her wiha Beşar El-Esed bi dîktatorekî hov wesif kir.

TÊKILDARÎ ALIYÊ MIROVÎ…HEJMARÊN VEŞARTÎ YÊN QURBANIYAN Û SÛCÊN DEWLETA TIRK, KRÎZA SÛRIYAN KÛRTIR DIKIN

Îsal azarên gelê Sûriyê berdewam kirin, her wiha jimareyên veşartî yên qurbaniyan û zirarên aborî di destpêka salê de hebûn, ji wê zêdetir jî sûcên delweta Tirk mîna qutkirina avê krîza sûriyan kûrtirk kir.

RASTIYÊN SOSRET HEBÛN Û TÊKÇÛNA CIVAKA NAVNETEWEYÎ

10`ê Adarê lêkolîneke Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor hate diyarkirin û tê de rastiyên sosret ên girêdayî ciwanên sûrî yên di navbera 18 û 25 salî de hate eşkerekirin. Ciwanên sûrî di dirêjahiya salên şer de gelek bandor li wan hate kirin.

Li gorî lêkolînê ji sedî 50 ciwanên sûrî hevalekî/e xwe an jî ferdekî malbata xwe wenda kirine yan jî du birîndar bûne. Li aliyekî din jî raporê destnîşan kir ku nîvê ciwanên sûrî jêdera debara xwe wenda kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) bi destpêkirina aloziya Sûriyê re 15`ê Adarê û di dirêjahiya deh salên şerê Sûriyê de zêdetirî 388 hezar kes hatine kuştin, ji wan zêdetirî 22 hezar zarok bûn. Ev belgekirin 88 hezar kesên ku di bin îşkenceyê de di girtîgehên Şamê de hatine kuştin, nagire nava xwe. Li aliyekî din jî çarenûsa bi deh hezaran ji kesên wenda û revandî ne diyar e.

16`ê Adarê UNICEF diyar kir ku derdora ji sedî 90 pêwîstiya zarokên sûrî bi alîkariyên mirovî heye.

23`yê Adarê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hêzên ewlekariya Lubnanê tawanbar kir ku li dijî penaberên sûrî ên di pêvajoya salên derbasbûyî de bi tawana "Terorê" hatine girtin û li dijî wan sûc pêk anîne. Her wiha rêxistinê da zanîn ku kesên hatine tawanbarkirin bi awayekî adil nehatine darizandin.

31`ê Adarê jî aliyên navneteweyî soz da ku ew ê 6, 4 milyar dolarî bide gel û penaberên sûrî.

24`ê Îlonê Komîsera Bilind a Mafên Mirovan Michelle Bachelet diyar kir ku di şerên Sûriyê de hejmara kuştiyan ên ku nasname û dîroka kuştina wan hatiye naskirin, zêdetirî 350 hezar kesî ye.

GIRTINA DERGEHA TIL KOÇER AZARA SÛRIYAN ZÊDE KIR

30`ê Adara derbasbûyî DYA`yê di civîna Meclisa Ewlekariya de banga vekirina dergehan kir da alîkariyên mirovî bigihêje sînorên Sûriyê, di nav de dergeha Til Koçer/El-Yarûbiyê.

26`ê Hezîranê jî Rêxistina Efûya Navneteweyî piştrast kir ku rawestandin alîkariyên bi rêya sînorê Sûriyê dê karesetên mirovî bi xwe re bîne, ji lew re bang li Meclisa Ewlekariyê kir ku bi rêya Bab El-Hewa alîkariyên mirovî derbas bike û dergehên Bab Selame û El-Yarûbiyê veke. Di heman demê de nûnerê NY`yê yê li Sûriyê Geir Pedersen tev li kesên ku banga parastina gihandina alîkariyên mirovî bi rêya sînor re kirine, bû.

DI SER QUTKIRINA AVA SÛRIYÊ JI ALIYÊ DEWLETA TIRK VE SALEK DERBAS BÛ

Li kêleka van aloziyan jî dewleta Tirk av li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kiriye û vê yekê aloziya sûriyan kûrtir kir.

28`ê Îlonê jî Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku li Bakurê Sûriyê rêjeya avê pir kêm bûye û  got, ev yek bandorê li tenduristiyê dike, nexasim bi zêdebûna hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê re. Li aliyekî din jî rêxistinê destnîşan kir ku ji ber kêmbûna destekdayînê rewş kambax e.

Milyonek kes li Hesekê zehmetiya qutbûna avê dikişînin, ji ber ku stasyona Elok di bin kontrola dewleta Tirk de ye û avê qut dike, her wiha kêmbûna rêjeya ava Firatê jî bandoreke mezin li niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, ji ber ku çavkaniya herî girîng li herêmê çemê Firatê ye.

NEXWEŞIYA KORONA SÛRÎ XISTIN NAVA FIKARAN

Nexweşiya korona bandor li qada tenduristiyê ya welêt jî kir û 26`ê Îlonê çavkaniyên tenduristiyê yên li Sûriyê piştrast kir ku li nexweşxaneyên paytexta Şamê û parêzgeha Laziqiyê hejmara nexweşan zêde ye, ji ber ku hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê bilind e û li wir têne dermankirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê 13`ê Kanûnê daxuyand ku heta niha hejmara pêketiyan li Sûriyê gihaştiye 49 hezar û 350, ji wan 30 hezar û 573 kes baş bûne û 2 hezar û 818 kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Lê di rastiyê de hejmar ji vê zêdetir e.

KÛRKIRINA ALOZIYA ABORÎ Û JIYANÎ JI ALIYÊ HIKUMETA ŞAMÊ VE

Di Adarê de lîreya sûrî li hemberî dolar pir daket û di nîvê mehê de jî dolarek gihaşt zêdetirî 4 hezar lîreyên sûrî.

16`ê Adarê jî buhaya dolar li hemberî lîreyê bilind bû û gihaşt 4 hezar û 260 lîreyê.

27`ê Hezîranê hikumeta Şamê nirxên şekir û birincê jî ji sedî 66 bilind kir.

6`ê Tîrmehê jî Şamê nirxê benzîna "Oktan 95" ji sedî 20 bilind kir û her lîtreyek ji 2 hezar û 500`î bû 3 hezar.

10`ê Tîrmehê jî hikumeta Şamê nirxê nan ji sedî sedî bilind kir û her kîsekî nan bû 200 lîre, lê buhaya mazotê ji 180 lîreyî gihaşt 500 lîreyî. Li ser vê yekê buhaya piraniya madeyên xwarinê, çandinî û pîşesaziyê û veguhestinê bilind bû û aloziya aborî li welat kûrtir bû.

11`ê Kanûnê jî Wezareta Bazirganiya Hundirîn û Parastina Mizextkaran a hikumeta Şamê biryara bilindkirina benzîna baş "oktan 90" da û li ser vê yekê kir hezar û 100 lîre.

(fr-eh)

ANHA