‘Bi rihê jinên azad û berxwedêr Efrîn dê rizgar bibe’

Jinên li Kampa Vegerê ya kantona Şehbayê li hemberî zehmetiyên heyî û êrişên dewleta Tirk berxwedanê mezin dikin û got bi rihê jinên azad û berxwedêr dê Efrîn rizgar bibe.

‘Bi rihê jinên azad û berxwedêr Efrîn dê rizgar bibe’
20 kanûn, 2021   00:35
ŞEHBA

Jina Kurd di dîrokê de wek jinên berxwedêr û azad hatine pênasekirin û bûne xwedî vîneke mezin û ew hêz û vîna jinên Kurd bi berxwedana wan berdewam dike.

Ev nêzî 5 salan e jinên herêma Efrînê li Kampa Vegerê tevî zehmetiyên jî bê navber xwe bi rêxistin dikin, xwe perwerde dikin û zehmetiyên jiyanê derbas dikin.

Der barê mijarê de niştecihên Kampa Veger a kantona Şehbayê ji ajansa me re axivîn.

/kr/uploads/files/2021/12/19/194859_ceylen-mihemed.webp

Ceylan Mihemed dibêje: “Jin di hundirê kampan de gelek astengiyan dibînin û di her demekê de jî êrişên dewleta Tirk yên hovane hene, lê li hember wê her tim hêza berxwedanê heye.”

Ceylan Mihemed got:“Di şexsê jinan de her tim dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd tune bike.  Êrişên dewleta Tirk ên herî zêde li ser jinan e, li hemberî wê her tim jinan berxwedana xwe bi hêztir kiriye.”

/kr/uploads/files/2021/12/19/194916_fatm-osman.webp

Fatmê Osman jî dibêje berxwedana herî zêde li kantona Şehbayê jin dikin, ji ber ku yên herî zêde bi pirsgirêkên jiyanê re mijûl dibin jin in û bal kişand ser ambargoya hikumeta Şamê û got: “Ji ber kêmbûna dermanan jin tevî zarokên xwe di gelek rewşên xirab re derbas dibin û car caran dema ku zarokên wan nexweş dikevin, nikarin wan derman bikin. Jin bi dermanên kêm hewl didin zarokên xwe biparêzin.”

/kr/uploads/files/2021/12/19/194936_leyle-reso.webp

Leyle Reşo jî wiha dibêje: “Ruxmî ku ew qas zehmetiyan em di hundirê kampan de dikêşin jî, di her demekê de êrişên dewleta Tirk jî hene, lê jin berxwedaneke herî mezin dikin.”

Leyle Reşo wiha lê zêde kir: “Tevî gelek astengiyên di hundirê kampê de jî jin xwe perwerde dikin û li hember her astengiyekê hebûna xwe diparêzin, civînan jî li dar dixin, di her çalakiyekê de jî cihê xwe digirin û bi rihê jinên azad, Efrîn dê azad bibe.”

ANHA