​​​​​​​Dagirker Zirganê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxên rojava yên bajarokê Zirganê ya kantona Hesekê topbaran dikin.

​​​​​​​Dagirker Zirganê topbaran dike
19 kanûn, 2021   15:08
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji bajarokê Zirganê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê taxên rojava yên bajarokê Zirganê bi çekên navîn topbaran dikin.

Her wiha diyar kir ku dagirker ji  gundên Dawudiyê û Bab El-Xêr ên rojavayê bajarokê yên dagirkirî taxên bajarokê topbaran dikin.

Ji ber topbaranê niştecihên taxê berî didin taxên rojhilat.

ANHA