Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 saetên dawî de 7 kes ji ber vîrua koronayê jiyana xwe ji dest da û 37 kes jî pê ketin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 7 kesên din ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da
19 kanûn, 2021   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku 7 kesên din ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest da, 37 kesên din pê ketine û rewşa du kesan baş bûye.

Desteyê ragihand ku kesên bi vîrusê ketine, du mêr ji Hesekê, jinek û mêrek ji Qamişlo û mêrek û du jin ji Tebqayê ne.

Her wiha diyar kir ku 37 kesên bi koronayê ketine, 24 mêr in, 13 jin. Desteyê daxuyand ku rewşa 2 nexweşên din baş bûye.

Bi van daneyên dawî, hejmara giştî ya pêkhateyên vîrusa korona li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 37 hezar û 70, hejmara miriyan bû hezar û 487, her wiha 2 hezar û 510 kes jî baş bûne.

ANHA