Di encama lehiya Hewlêrê de ziyanên madî û canî çêbûn

Waliyê Hewlêrê bi daxuyaniyekê ziyanên madî û canî yên lehiya Hewlêrê eşkere kir.

Di encama lehiya Hewlêrê de ziyanên madî û canî çêbûn
19 kanûn, 2021   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva 16’ê Kanunê ji ber barîna baranê li Hewlêrê lehî çêbû, di encamê de 12 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Waliyê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi daxuyaniyekê ji çapemeniyê re ziyana canî û madî ya lehiya Hewlêrê eşkere kir.

Li gorî Umêd dibêje, lehî li 15 bajarokên Hewlêrê çêbûye, di encama lehiyê de 12 welatiyan jiyana xwe ji dest dane. Umêd got, ji kesên jiyana xwe ji dest dane, 3 hemwelatiyên Hewlêrê, Kurdek êzidî, Tirkek, 3 welatiyên Ereb û 2 welatiyên  Napalyayê ne. Umêd da zanîn ku hîna cenzayê 2 welatiyan nehatiye dîtin.

Derbarê ziyana madî ya lehiyê de jî Umêd got; “Ziyana lehiya li Hewlêrê 21 milyar dînar e."