Daketina nirxa pereyê Îranê û xwestekên îstîfakirina wezîrê aboriyê

Dema jinûve gera 7’an a danûstanên Viyanayê yên di navbera Îranê û aliyên peymana nukleerê de dest pê kir, pereyê Îranê rûbirûyî hilweşînê ma, têkildarî vê yekê 50 parlamenterên îranî li ser lîsteyekê îmze kir, tê de xwesteka îstîfakirina wezîrê aboriyê kir.

Daketina nirxa pereyê Îranê û xwestekên îstîfakirina wezîrê aboriyê
19 kanûn, 2021   13:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji dema gera 7’an a danûstandinên di navbera Îranê û aliyên peymana nukleerê de li Viyanayê di 29’ê Mijdarê de dest pê kirine, riyala Îranê ji sedî 7 nirxa xwe winda kir. Ew yek jî ji daxuyaniyên ewropî-amerîkî yên bedbîn ên têkildarî civînên nukleerê de bandor bû.

Girêdayî mijarê, 50 parlamenterên îranî li ser lîsteyekê îmze kir û tê de xwest ku wezîrê aboriyê istîfa bike. Ne tenê riyala Îranê li hember dolar nirxa xwe winda kir, lê belê li hember tevahî pereyên biyanî jî nirxa xwe winda kir.

Têkildarî vê yekê, serokê Îranê Îbrahîm Reîsî li pêş girseya xwendekarên zanîngehên Tehranê xîtabek da û di wê xîtabê de aliyên hundirîn û derve li hember daketina nirxa riyala Îranê tawanbar kir.

Bi boneya Roja Xwendekarên Zanîngehê Reîsî wiha got: "Li gorî agahiyên palpişt ên li gel me, bi rasthatina danûstandinên nukleerê hinek hewl didin nirxê pereyên biyanî bilind bikin da ku danûstandinan bi aboriyê ve girê bidin."

(fr)