Li Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan konê çalakiyê

Bi armanca rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û xweteka pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li Qada Şehîd Egîd a li naverasta bajêr a Kobanê konê çalakiyê hate vegirtin.

Li Kobanê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan konê çalakiyê
19 kanûn, 2021   13:50
KOBANÊ

Qada Şehîd Egîd ku lê konê çalakiyê hatiye vegirtin, bi wêneyên rêber Ocalan hate xemilandin. Di roja yekê de şêniyên navçeyên Şêran û Çelebiyê yên kantona Kobanê serdana kon kir.

Di çalakiyê de endama rêveber a Kongra Star a herêma Firatê Macîde Hesûn axivî û wiha got: "Roj bi roj tecrîda li dijî rêber Ocalan zêde dibe. dijmin baş dizanin ku fikirê rêbertî kilîta çareseriyê ya krîzên Rojhilata Navîn e, ji lew re hewl didin fikirê wî yê azad dorpêç bikin."

Macîde Hesûn wiha domand: "Dem dema şikandina tecrîda li ser rêberê me û azadkirina wî ye.

Piştre Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê daxuyaniyek da. Endama yekitiyê Heyfa Ehmed daxuyanî xwend, tê de tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bêdengiya dewletan têkildarî tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ocalan ferz kiriye, hate şermezarkirin û bang li aliyên peywendîdar hate kirin ku bi erka xwe rabin.

Di daxuyaniyê e hate destnîşankirin ku PDK’ê di komploya dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê Kurd de tevkar e û êdî di vê dawiyê de planên dewleta Tirk bi awayekî eşkere pêk tîne.

Di dawiyê de bang li gelên herêmê hate kirin ku ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan ku armanca wê ya yekemîn şikandina vîna gelên herêmê ye, biherikin qadan.

Dê çalakiya kon heta 21’ê vê mehê berdewam bike. Ji saet 10’ê sibehê heya saet 3 berêvarê dest bi çalakiyan dibe. Dê meclisên navçe û şaredariyên girêdayî kantona Kobanê tev li çalakiyê bibin û li gorî agahiyan dê sibe navçeyên Qenayê û Sirînê beşdar bibin.

(fr)

ANHA