Di 40 rojiya komkujiya Hilêliyê de, malbata Gulo baga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir

Malbata Gulo di 40 rojiya 3 şehîdên komkujiya Hilêliyê de bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku edaletê pêk bînin û hesab ji dewleta Tirk a dagirker bixwazin.

Di 40 rojiya komkujiya Hilêliyê de, malbata Gulo baga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Di 40 rojiya komkujiya Hilêliyê de, malbata Gulo baga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Di 40 rojiya komkujiya Hilêliyê de, malbata Gulo baga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
Di 40 rojiya komkujiya Hilêliyê de, malbata Gulo baga hesabxwestinê ji dewleta Tirk kir
19 kanûn, 2021   11:38
QAMIŞLO

Îro bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata welatparêz "Malbata Gulo" li bajarê Qamişlo bi rêya balafireke bê mirov pêk anî, meşek lidar xist. Şêniyan di 40 rojiya her sê şehîdên komkujiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku hesab ji sûcdaran bixwazin.

9`ê Mijdara borî li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo dewleta Tirk a dagirker li dijî malbata Gulo komkujiyek pêk anî û di encama wê de Yûsif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed Gulo şehîd bûn.

Meş ji kolana Mûnîr Hebîb dest pê kir û ber bi avahiya NY`yê ya Karûbarên Penaberan a li bajarê Qamişlo ve çû. Di meşê de pankartên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û şermezarkirina komkujiya li dijî malbata Gulo pêk hat, her wiha wêneyên şehîdên komkujiyê û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, hatin hildan.

Meş li pêşiya avahiya komseriya NY`yê rawestiya. Li ber navenda NY`yê bi navê malbata Gulo, Gulîstan Gulo daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye: "Kiryarên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê gihaştine asta sûcên li dijî mirovahiyê. Rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî rapor û dane derxist ku têde sûc û binpêkirinên dewleta Tirk li dijî pêkhate û gelê Sûriyê eşkere kir.

Dewleta Tirk di pêkanîna rêbazên xwe yên sûcdar de didome. Aloziya ku gelê Sûriyê têre derbas dibe keysbaz dike. Destê dewleta Tirk di kûrbûn û dirêjkirina aloziya Sûriyê de hebû. Ev yek li beramberî bêdengiya navneteweyî dihat kirin ku gihaşt asta ku balafirên bê mirov bikare sivîlan bike hedef. Herî dawî hedefgitina 3 endamên ji malbata Gulo  ku di encama wê de şehîd bûn.

Em bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî dikin ku sivîl, rûmet û mirovahiya wan  biparêze. Her wiha edaletê pêk bîne û lêpirsîneke zelal veke da ku bighêje dadgeheke navneteweyî serbixwe û adil ku têde hesab ji sûcdaran li gorî erkên xwe yên sivîl û  leşkerî were xwestin.

Em amade ne bi aliyên navdewletî re hevkar bin da ku belgeyan li ser sûcên dewleta Tirk pêşkêş bikin."

Di dawiyê de malbata Gulo daxuyaniya xwe radestî komseriya NY`yê ya  Karûbarên Penaberan kir.

(bx)

ANHA