Toreyên kehrebê yên ku ji ber êrişên Tirkiyê ji xizmetê derketibûn têne sererastkirin

Di encama bombebarana dewleta Tirk li ser gundê Um El-Kêf li rojavayê Til Temir de, xeta 66 ji xizmetê derket û bû sedema qutbûna kehrebeyê li tevî herêmê. Navenda kehbreyê ya Til Temirê jî berê xwe da cihê bûyer da ku toreyên xerab bûne, çêbike.

Toreyên kehrebê yên ku ji ber êrişên Tirkiyê ji xizmetê derketibûn têne sererastkirin
19 kanûn, 2021   10:28
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane bi hedefgirtina bê serûber gundên navçeya Til Temirê, sûcên xwe yên li dijî şêniyên navçeya Til Temirê didomînin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um El-Kêf ku 5 km dikeve rojavayê navçeya Til Temrê bê serûber topbaran kir û xeta 66 a ku kehrebeyê dide stasyona kehrebeyê ya Til Temirê ji xizmetê derket.

Ev cara 19'emîn e ku toreyên kehrebeyê li herêmê tên hedefgirtin û ji bo sererastkirina wan, duh tîmekî sererastkirina kehrebeyê ya navenda kehrebeyê ya Til Temrê çûn gundê Um El-Kêf.

Ajansa me li gund bi endamê tîma sererastkirinê û endamê navenda kehrebeyê ya Til Temrê Taha Ubêd re hevdîtin pêk anî. Taha Ubêd got: "Em niha li gundê Um El-Kêf in ji bo sererastkirina xeta sereke ya ku kehbreyê dide Til Temirê. Ji ber ev xet di encama bombebarana gund de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve ji xizmetê derketibû."

Ubêd wiha dewam kir: "Di vê hefteyê de ev duyemîn car e ku toreya kehrebeyê tê bombabarankirin."

Taha Ubêd di dawiya axaftina xwe de piştrast kir ku tevî metirsiya ku rû bi rû dimînin jî, dîsa jî ew berê xwe didin herêmên li eniyên şer da ku erka xwe pêk bînin.        

(dx)

ANHA