Îstîxbarata Tirk li Cindirêsê welatiyek revand

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku îstixbarata dewleta Tirk welatiyek li navçeya Cindirêsê revand û bir girtîgeha li gundê Axcelê yê navçeyê.

Îstîxbarata Tirk li Cindirêsê welatiyek revand
18 kanûn, 2021   11:04
ŞEHBA

Siyaseta guhertina demografiyê û koçberkirina şêniyên Efrînê ya dewlat Tirk a dagirker didome. Îstixbarata Tirk êrişî mala welatiyê bi navê Reşîd Menan Seydo yê ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê kir û ew revand.

Li gorî çavkaniyên xwecih, îstîxbarata Tirk Reşîd Menan Seydo ji mala wî ya li taxa El-Tehtanî revand û biriye girtîgeha gundê Axcelê yê Cindirêsê. Heya niha aqûbeta wî nayê zanîn.    

(dx)

ANHA