​​​​​​​Çeteyan li gundê Kîmarê yê Şêrawa hezar û 950 darên zeytûnê birîn

Çeteyên El-Hemzat ên dewleta Tirk a dagirker hezar û 950 darên zeytûnê yên şêniyên gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê birîn.      

​​​​​​​Çeteyan li gundê Kîmarê yê Şêrawa hezar û 950 darên zeytûnê birîn
18 kanûn, 2021   11:28
ŞEHBA

Bi armanca tengavkirin şêniyên resen ên Efrînê ya dagirkirî û koçberkirina wan, çeteyên dewleta Tirk li gundên dagirkirî darên zeytûnan dibirin û wan wek êzing li bazarên Tirkiyê difiroşin.

Çavkaniyên ji Şêrawa ragihand ku çeteyên El-Hemzat ku bi fermana îstîxbarata Tirk tev digere, nêzî hezar û 950 darên zeytûnê yên 6 welatiyên gundê Kîmarê yê Şêrawayê birîn.

Li gorî çavkaniyan, darên zeytûnê yên ku ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatine birîn, 600 dar ên welatiyê Şahîn Nebo, 350 dar ên Îzet Reşîd Nebo, 150 dar ên Micihim Nebo, 150 dar ên Nîdal Cimo Nebo û 400 dar ên Seîd Subhî Hisên in û navê welatiyê din jî nehat zanîn.

(dx)

ANHA