Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir

Meşa dirêj a ciwanên şoreşger a bi diruşma "Werin cenga azadiyê" ji Qamişlo ber bi dergehê Sêmalkayê ve dest pê kir.

Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
Meşa dirêj a ciwanan a ber bi Sêmalkayê ve dest pê kir
13 kanûn, 2021   12:53
QAMIŞLO

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan dest bi meşeke peyayî ya dirêj kir. Meş dê 3 roja berdewam bike. Meş ji Goristana Delîl Saroxan a li Qamişloyê dest pê kir. Ciwan dê bi navçeyên Tirbespiyê, Çilaxa, Rimêlan û Girkê Legê re derbas bibin û li dergehê Sêmalkayê bi dawî bibe.

Armanca ciwanan ji vê meşê piştgiriya berxwedana gerîla ya li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker, şermezarkirina siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî doza kurd û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan e.

Beriya ku ciwan dest bi meşê bikin, endama Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ehmed axivî û got: “Em êrişên li dijî Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar dikin. Li dijî komployên dijmin û ji bo mezinkirina têkoşînê li hember êrişan em çalakiya xwe li dar dixin. Ew nikarin vîna me bişikînin ku me ji berxwedana gerîla girtiye.”

Medya Ehmed got, ew piştgiriya berxwedana gerîla dikin heta ku serkeftin li seranserî Kurdistanê pêk were.

Tê payîn ku ciwan îro bigihêjin navçeya Tirbespiyê û dê sibe dê ber bi navçeya Girkê Legê ve bi rê kevin.

Têkildarî heman mijarê, çalakiya konvedanê ya li Sêmlkayê di roja 70`an de berdewam e ku 5`ê Mijdarê li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê bi armanca şermezarkirina xiyaneta PDK`ê û wergirtina cenazeyên gerîla hat lidarxistin.

 (şx)

ANHA