Asayîşa PDK’ê welatparêzekî din dersînor kir

Asayîşa PDK’ê ya Hewlêrê welatparêzê bi navê Gungor Alp ê ji Bakurê Kurdistanê dersînor kir. Gungor Alp di heman demê de endamê HDP’ê ye.

Asayîşa PDK’ê welatparêzekî din dersînor kir
13 kanûn, 2021   08:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Asayîşa Hewlêrê 10’ê Kanûnê welatparêzê bi navê Gungor Alp ku di heman demê de endamê HDP’ê ye û ji ber doza siyasî ya Kurd koçî Başûrê Kurdistanê kiriye, bi zorê ji Hewlêrê derxist.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, Gungor Alp nikare ji ber dozên der barê wî de vegere û 9 sal bû li Hewlêrê ji malbata xwe dûr dijiya. Alp diyar kir desthilata Hewlêrê hem îqame nedaye wî hem jî bi darê zorê ji Hewlêrê derxistine.

Gungor Alp diyar kir asayîşê pêşiyê jêre agahî şandine û gotine divê tu Hewlêrê terk bikî, dema wî nexwestiye derkeve, 10’ê Kanûnê asayîşê bi zorê derxistine. Asayîşa Hewlêrê berê niha jî Alp tehdît kiribû û gotibû, divê heya 25’ê Mijdarê Hewlêrê terk bike.

Alp ragihand ku piştî hatiye Silêmaniyê Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Silêmaniyê gazî wî kiriye û wê niha biçe hevdîtinekê pêk bîne.

Gungor Alp wê îro saet li parka Dayik a Silêmaniyê têkildarî pêkanînên PDK’ê û dersînorkirinê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.

Asayîşa Hewlêrê 23’yê Mijdarê welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê û her wiha endamê HDP’ê Hasan Kaçar li gel malbata wî dersînor kiribû. Kaçar ku li Silêmaniyê nerazîbûn nîşana biryardarê dabû vê carê ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatibû binçavkirin. Li ser bertekan, serbest hatibû berdan.