​​​​​​​'Em bi şêniyên Şengal û berxwedana wan re ne'

Şêniyên Kobanê piştrast kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe armanc dike ku gelê Kurd tune bike.

​​​​​​​'Em bi şêniyên Şengal û berxwedana wan re ne'
13 kanûn, 2021   02:50
KOBANÊ

Dewleta Tirk di demên dawîn de êrişên li dijî gelê Kurd bi balafirên keşfê û balafirên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriye û Şengal zêde kir.

Balafirek keşfê ya dewleta Tirk di 7'ê mehê de li navçeya Xansûr a Şengal erebeya hevserokê meclisa rêvber a Rêveberiya Xweser a Şengal Merwan Bedel kir hedef. Di encamê de Merwan Bedel şehîd bû û zarokên wî jî birîndar bûn.

Balafirên şer ên dagirkeriya Tirk avahiya Meclisa Gel a Xansûr di 11'ê Kanûnê de hedef girt.

/kr/uploads/files/2021/12/12/202933_-.webp

Têkildarî hedefgirtina dawîn li Şengal, welatiyê bi navê Ismail Mihemed ji Kobanê piştrast kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye tevî hemû pêkhateyên xwe li kêlka Şengal û şêniyên wê ye.

Ismaîl got:" Dagirkeriya Tirk nikare deverên kurdan dagir bike, ji ber ku gelê Kurd xwedî îradeye ye."

Ismaîl  diyar kir ku dewleta Tirk nikare wan tune bike, ji ber ku ew li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û rêya şehîdan dişopînin û tu carî dev ji şoreş û doza xwe bernadin.

Ismaîl  di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê têbikoşin heta ku biserkevin.

/kr/uploads/files/2021/12/12/203002_-.webp

Welatiya bi navê Fatime Ibrahîm Mislim ji Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike, lê belê ew nikare vê yekê pêk bîne.

Fatime Mislim ragihand ku Şengal hê jî birîndar e û dewleta Tirk jî wek çeteyên DAIŞ'ê komkujiyan li dijî gel pêk tîne.

Fatime piştrast kir ku şêniyên Şengal dê parastina ewlehî û axa xwe bike. Her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk nikare vîna gelê Kurd bişkîne.

/kr/uploads/files/2021/12/12/203026_-.webp

Mihemed Salih ji Kobanê got:" Dewleta Tirk ji hedefgirtina sivîlên li Şengalê çi dixwaze?". Mihemed anî ziman ku dewleta Tirk Rêveberiya Xweser li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriye dike hedef da ku tune bike.

Mihemed piştrast kir ku ew piştgiriya gelê Şengal dikin û diyar kir ku ew li kêlka şêniyên Şengal û berxwedana wan in.

(dm)

ANHA