Ehmed Şêxo: Êrisên li dijî Şengalê û derketina DAIŞ li Kerkûkê plankirî bûn

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî cesaretê dide dewleta Tirk da ku sûcên xwe bidomîne û got: "Êrişên li ser Şengalê û derketina şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Kerkûkê û çend herêmên Başûrê Kurdistanê, plankirî ne û bûyerên sala 2014`an tîne bîra mirov."

Ehmed Şêxo: Êrisên li dijî Şengalê û derketina DAIŞ li Kerkûkê plankirî bûn
13 kanûn, 2021   00:38
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker sûcên li dijî gelê herêmê çi bi balafirên bêmirov be û çi bi rêya top û şandina çeteyên wê be, berdewam dike.

Piştî komkujiyên ku çeteyên DAIŞ`ê 2014`an li Şengalê pêk anîbûn, dewleta Tirk a dagirker careke din welatparêz û sivîlên li Şengalê hedef digire. Beriya çend mehan jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman kiryar pêk anîye.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû beşên xwe ve êriş û komkujiyên dewleta Tirk red dikin û wê wekî dubarekirina senaryoya beriya çend salan li Şengalê qewimî dibînin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Şêxo axivî û got: "Îstiqrara li herêmê ji dewleta Tirk re fikaran çêdike, ji lew re malên welatiyan bombebaran dike û welatparêzên hedef digire da vîna gelê herêmê û ewlehî û aramiyê têk bibe. Ev jî dibe sedem ku gelê herêmê careke din koçber bibin û senaryoya koçberkirina di dema êrişên DAIŞ`ê de yên beriya çend salan, dubare dike."

Ehmed Şêxo diyar kir ku bêdengiya navneteweyî dewleta Tirk teşwîqî pêkanîna sûcan dike û rê li pêşiyê vedike ku timayên xwe pêk bîne. Her wiha got, aliyên bêdeng şirîkên qirkirina şengaliyan e.

ꞌBÛYERÊN LI ŞENGALÊ DIQEWIMIN PLANKIRÎ NEꞌ

Şêxo diyar kir ku êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li Kerkûkê û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê plankirî ne û bûyerên sala 2014'an tîne bîra mirov û ev nirxandin kir: "Komkujiya ku DAIŞ`ê beriya kêmî hefteyekê li Hewice û Lihêban  ên Kerkûkê pêk anîn û êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafira şer li ser avahiya meclisa gel a li Şengalê bûyerên 2014`an, komkujiyên li Şengalê û reva 14 hezar hêzên PDK`ê ji wir tîne bîra mirove ku sivîl di bin şûrên çeteyên DAIŞ`ê de hiştin. Vê yekê jî hişt em her tim bi fikar bin û bihisin ku gelê me yê li Şengalê di xeteriyê de ne. Êdî diyar e ku sivîlên li wir li pêşberî xeteriyeke nû ne. Bûyerên li Şengalê qiwimîn ji êrişên Tirkiyê, hemwextî wê derketina şaneyên çeteyên DAIŞ li Kerkûk û hin herêmên din ên Başûrê Kurdistanê pankirî bûn. Ji ber êrişên şaneyên DAIŞ'ê hejmarek pêşmerge û sivîlên li gundan jiyana xwe ji dest dan. Ev yek bi awayekî plankirî li pêşiya çavê tevahî cîhanê rû da."

Şêxo îşaret pê kir ku komkujiyên ku têne kirin encamên binkeftina dewleta Tirk a dagirker di hemû qadan de ne û wiha domand: "Komkujiyên em îro dibin şahidên wan, encama binketina dewleta Tirk a di warên siyasî, aborî û leşkerî de ye, her wiha encama binketina çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn perwerdekirin in. Dewleta Tirk navên cuda li komên çete kiribû û wan şand herêmê da ku gel qir bikin, lê xewna wê bi cih nehat û yekem car rastî berxwedana Kobanê hat ku ji herêmê re dîrokeke nû nivîsand û xewnên rayedarên Tirk têk birin, ji lew re herêmên li bakurê Sûriyê dagir kir, ji wan Carablus, Ezaz û Bab, dûvre jî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û hin herêmên din dagir kir."

Endamê Desteya Rêveber a PYD`ê Ehmed Şêxo wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em di rewşeke nû re derbas dibin, aliyek terka gelê xwe dike û direve û aliyekî din ku ew jî gerîla ne û her tim amade ne parastina gelê bindest ên li herêmê, bikin."

(eh)

ANHA