Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb bi encamnameyê bi dawî bû

Kongreya ‘Diyaloga Kurd-Ereb’ ya ku vî sibehê li Bexdayê dest pê kir, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb bi encamnameyê bi dawî bû
11 kanûn, 2021   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Bexdayê bi pêşengiya Akademiya Siyaset û Fikir ya Demokrasiyê, bi alîkariya Komeleya Azadî ya Kurdên Feylî ên Iraq, Saziya Standar, Rêxistina Mirovî ya Ciwanên Şengal û Komeleya Dostaniyê ya li Parlamentoya Ewrupayê, Kongreya ‘Diyaloga Kurd-Ereb’ dest pê kiribû.

Di kongreyê de zêdetirî 100 akademisyen, rewşenbîr, nivîskar, civaknas û kesayetên navdar ên ji Iraqê, Herêma Kurdistan û pêkhateyên cûda yên li Iraqê tê de amade bûn.

Kongreya Diyaloga Kurd-Ereb bi diyarkirina encamnameyek ji 11 xalan bi dawî hat.

Encamnameya kongreyê wiha ye:

1-Wê kongre ji bo pejirandin û nasandina hemû nasname, îdeolojî, netewe, çand û rêgezan li Iraqê bi taybet, li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqayê bi giştî bi xebite.

2-Kongre teqez dike rêya çareseriyê ya hemû pirsgirêk û nakokiyên li Iraq û Rojhilata Navîn divê ne bi şer, bi rêya diyalogê werin çareserkirin. Ji bo vê yekê jî pêwîstî bi projeya neteweya demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê heye.

3- Kongre ji bo parastin û pêşxistina nirxên hevbeş ên çandî û demokratîk ên civakî û siyasî yên gelên navçeyê bixebite.

4- Kongre teqezî li ser diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîroka di navbera gel û baweriyên sereke yên li Iraqê de hene, dike.

5- Kongre hevdengiyê li gel hemû mijarên jinan yeksaniya li gel mêran a di warên cûda cûda de dike. Her wiha hemû cûrên şidetê yên li beramberî jinan tê kirin red dike. Giring dibîne ku jin di hemû waran de çalak bin.

6- Kongre siyaseta dewleta Tirk a bi hişmendiya Osmaniya Nû ku dixwaze li herêmê pêk bîne û ol wek amrazek ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, red dike.

7- Dabeşkirina welatên herêmî û avakirina dewleta Iraqê bi sinorên naskirî ve, li ser xwesteka aliyên di şerê cihanê yê yekem de serkeftin, pêk hat. Ev yek rola gelên herêmê sinordar kiriye.

8- Desthilata takekesî, dîkdatorî, tek hizbî û siyaseta navendîbûnê di avakirina dewleta hemwelatîbûnê de li ser bingeha nasnameya neteweyî ya Iraqî bi bin ketiye.

9- Demokrasî, federalîzim, îdareya ne navendî û xwerêveberiya pêkhateyan li welêt wê bibe bingeha pêşketin û azadiyan.

10- Ji bo dewletek serdemane pêwîstî bi yeksaniya nava gelê Ereb, Kurd û pêkhateyên din ve heye. Bêyî ku tu pêkhateyek were paşguhkirin.

11- Pêwîstî bi diyalog û zelalbûnê heye. Her pirsgirêk hebe divê bi rêyên yasayî û destûrî werin çareserkirin.