Hiso Îbrahîm: Êrişên li dijî Şengalê sûcên şer in û cîhan bê deng e

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm got, êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Şengalê di çarçoveya sûcên şer de têne kirin û diyar kir ku civata navneteweyî li hember doza civaka êzidî a ku bang maf û rêveberiya xwe ya xweser dike bê deng e.

Hiso Îbrahîm: Êrişên li dijî Şengalê sûcên şer in û cîhan bê deng e
11 kanûn, 2021   20:10
ŞENGAL-SÎPAN SILO

Vê êvarê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclis Gel a Navçeya Xanesorê ya Şengalê bombebaran kirin, di encamê de gelek zirarên madî çêbûn.

Têkildarî êrişê cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm ji ajansa me re axivî û wiha got: "Dewleta Tirk li pêş çavên civaka navneteweyî û rêxistinên ku îdiaya parastina mafên gel û neteweyan dikin, sûcên şer li dijî welatiyên Şengalê pêk tînin."

Îbrahîm diyar kir ku avahiya hatiye hedefkirin, avahiyeke sivîl e û navenda Meclisa Gel a Xanesorê ye ku xizmetê gel dike û pirsgirêkên wî çareser dike.

Hiso Îbrahîm wiha domand: "Dewleta Tirk careke din êrişî Şengalê dike. Beriya du rojan jî erebeya hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel, tevî du zarokên wî bombebaran kir. Li hember hedefkirina zarokan rêxistinên mafên zarok û mirovan li ku ne, çima li hember tiştê li dijî Şengal û şêniyên wê dibin, bê deng in."

Îbrahîm da zanîn ku di van êrişan de hevkarên dewleta Tirk hene û wiha pê de çû: "Bê erêkirinê dewleta Tirk cesaret nedikir êrişî Şengalê bikira. Civaka navneteweyî li hember doza civaka êzidî ku banga maf û rêveberiya xwe ya xweser dike bê xem e."

'SERWERIYA IRAQÊ HILWEŞÎ YE'

Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê Hiso Îbrahîm têkidarî êrişên li dijî Şengalê bêdengiya hikumeta Iraqê şermezar kir û wiha got: "Serweriya Iraqê hilweşî ye. Em piştrast dikin ku hikumeta Iraqê bi dewleta Tirk re di sûcên li dijî Şengalê de tevkar e."

(fr)

ANHA