Xelkê Şengalê li cihê êrişê nerazîbûn nîşan dan

Piştî êrişê, girseya gel a Şengalê li ber avahiyê Meclisa Gel a Xanesorê kom bûn û bi dirûşman nerazîbûn nîşana êrişên artêşa Tirk û hevalbendên wan dan.

Xelkê Şengalê li cihê êrişê nerazîbûn nîşan dan
11 kanûn, 2021   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk  avahiya Meclisa Gel a Xanesorê bombebaran kir. Lê hate gotin, dema êriş pêk hatiye kes li avahiyê nebûye, ji ber vê ji derveyî zirarên madî zirareke giyanî çênebûye.

Piştî bûyerê girseya gel li ber avahiyê kom bûn bi dirûşman nerazîbûn nîşana êrişên artêşa Tirk û hevalbendên wan dan û gotin, “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Bimre xiyanet”.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Sêvê Emo li gel xelk û bi taybet jî jinên ku li cihê bûyerê kombûbûn daxuyaniyeke çapemeniyê da. Sêvê Emo diyar kir armanca dewleta Tirk a dagirker tunekirina civaka Êzidiye û got: “Weke hûn dibînin balafir dîsa li nava gel xist. Ev cihê ku hate bombebaran kirin meclisa gelê Êzidî bû. Ciheke medeniyan bû. Me dê sibe li meclisê xêra şehîd Merwan belavkiriba, lê balafir lêxistin.''

Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê li dijî êrişên bi armanca qirkirina Êzidiyan bang li tevahî Êzidiyan kir û got: “Bangawaziya min ji gelê Êzidî re ew e ku rabin ser xwe. Ev dijminê koka Êzidiyan in. Her roj êrişî Êzidiyan dikin û li sivîlan dixin. Li vir PKK nînbû, cihekî Êzidiyan bû ku bû hedef. Her Ezidiyek bi xîret û binamûs divê rabe ser xwe. Divê rabin ser piyan û dest bi çalakiyan bikin. Bi taybet li ber cihên dewletê divê gel çalakî bikin. Êdî bes e bêxîretî û bindestî.”