Feleknas Uca: Çima dijminatiyê li beramberî Êzidiyan dikin?

Cîgira Hevserokatiya HDP'ê Feleknas Uca, piştî êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser avahiya Meclisa Gel a Xanesorê ya Şengalê, li ser hesabê xwe yê twîtterê daxuyanî da û got, " Çima dijminatiyê li beramberî Êzidiyan dikin? "

Feleknas Uca: Çima dijminatiyê li beramberî Êzidiyan dikin?
11 kanûn, 2021   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di saetên êvarê de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker avahiya Meclisa Gel a Xanesorê ya Şengalê bombebaran kir.

Cîgira Hevserokatiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir. Tê de wiha got: "Sedem çiye hûn vê dijminatiyê li beramberî Êzidiyan dikin? Gelê Êzidî çi li we kiriye, çi metirsiyê li ser we çêkiriye ku hûn di her firsendekê de êrişî wan dikin û bombebaran dikin. Êdî dese ji van êrişan berdin!"