​​​​​​​Îlham Ehmed: Me civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re li dar xist

Îlham Ehmed got, şandeya MSD'ê civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re li dar xist û xebata hikumeta Swêdê ya ji bo piştgiriya çareseriya siyasî û alîkariya mirovî erênî nirxand.

​​​​​​​Îlham Ehmed: Me civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re li dar xist
11 kanûn, 2021   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Seroka Meclisa Rêveber  a MSD'ê Îlham Ehmed têkildarî hevdîtina şandeya MSD'ê ya bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lendi re peyamek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Parvekirina Îlham Ehmed wiha ye: "Me civîneke serkeftî bi Wezîra Karên Derve ya Swedê

re li dar xist. Têkildarî çareserkirina krîza Sûriyê, me nêrînên xwe parve kirin. Em xebata hikumeta Swêdê ji bo piştgiriya çareseriya siyasî û alîkariya mirovî bi nirx dibînin."

Şandeyeke ji MSD'ê ku ji hevserokê MSD'ê Riyad Derar, seroka Meclisa Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed û cîgira hevserokatiya MSD'ê Mecdolîn Hesen pêk dihat, bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê Anna Lendi re li Stockholm civiya bû.

ANHA