Ehmed El-Durzî: Tirkiye tecrubeya Qibirsê pêk tîne

Lêkolînerê sûrî Dr.Ehmed El-Durzî da zanîn ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên têkildarî Lîwa Iskenderon, mejiyê siyasî yê dewleta Tirk ê yekpare temsîl dike û got "Bi van daxuyaniyan peyamê didin ku çarenûsa herêmên Idlib û yên din ên dagirkirî, wê wekî çarenûsa Lîwa Iskenderon be.

Ehmed El-Durzî: Tirkiye tecrubeya Qibirsê pêk tîne
10 kanûn, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Meclisa Gel a Sûriyê di salvegera 82’yan ya tevlêkirina Lîwa Iskendorê ji Tirkiyê re daxuyaniyek da û da zanîn Lîwa Iskendron parçeyekî Sûriyê ye. Dewleta Tirk jî daxuyaniya meclisê red kir.

DEWLETA TIRK BI ÇAVEKÎ BIÇÛKXISTINÊ LI HIKUMETA ŞAMÊ DINÊRE

Ji daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk xuya bû ku bi çavekî biçûkxistinê li hikumeta Şamê dinêrin. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Tanju Bilgiç daxuyaniya Meclisa Gel a Sûriyê "çors û ne qanûnî" wesif kir.

Piştî çend rojan ji daxuyaniya Sûriyê Bilgiç daxuyanî da û got "Em vê daxuyaniya çors û ne qanûnî ya Meclisa Gel a Sûriyê bi tundî red dikin. Ji ber ku nûnertiya gelê Sûriyê nake, ne rewa ye û dûrî demokrasiyê ye û yekitiya xaka me hedef digire. Niha û di pêşerojê de Tirkiye li hemberî timayên qirêj yên yekitiya xaka wê dikin hedef disekine, dê bersiva gefên li dijî berjewendiyên nîştimanî bide.”

Daxuyaniyên rayedarên Tirk didin diyarkirin ku ew bi dagirkirina yekser ji xaka Sûriyê ve girêdayî ne û guhê xwe nadin qanûn û bûyerên dîrokî.

Têkildarî vê yekê lêkolînerê sûrî ku li Şamê dimîne, Dr. Ehmed El-Durzî wiha got: "Beriya her tiştî divê em mejiyê siyasî yê Tirkiyê nas bikin da ku em siyaseytên wê di dîrokê de û di serdema nûjen de fêm bikin. Di esas de ew encama tecrûbeyeke împratorî ya zêdetirî 500 sal e. Her wiha encama serweriya yekser li ser biryara siyasî ya herêmê ji Bakurê Afrîkayê ji sedsala duyemîn a hicirî û heta destpêka sedsala 20`emîn e. ”

El-Durzî wiha domand: "Vê yekê hişt ku mejiyê siyasî ya Tirkiyê hîs bike ku peymana Sykes-Picot û peymana Lozanê herêmên Tirkan ji xwe re maf û wekî parçeyekî dewleta xwe didîtin, bi wan da windakirin. Tujbûna êrişa li dijî dewleta Sûriyê ji vir tê, Ji ber ku dewleta Tirk, Sûriyê parçeyê herî girîng yê împratoriya xwe û deriyê ber Kendavê û Bakurê Afrîkayê ve dibîne."

El-Durzî da zanîn ku piştî destwerdana rojavayî ya berfireh, hebûna dewleta Osmanî qels bû û wiha dewam kir: “Ew destwerdan ji ber hilweşîna împeratoriyê ji hundir ve pêk hat, sedema wê hilweşînê jî siyasetên aborî û tirkkirinê, şerên navxweyî bû.”

El-Durzî wiha berdewam kir: "Wê hişt mejiyê siyasî yê Tirkiyê ku neteweperestiyê wekî îdeolojiya ji xwe bingeh digire, li gelên ku dibîne ku xayin bûn û bûn sedema hilweşîna dewletê, bi çavekî biçûk lê dinere. Êdî li dijî Ermen, Ereb, Kurd û Yewnaniyan siyaseta şovenîzm û nijadperestiyê dimeşîne. Ji lew re, mirov dikare daxuyaniyên wezîrê Parastinê yê Tirkiyê bispêre bingeha xwemezin dîtin û biçûkxistina gel û welatên herêmê, ne tenê dewleta Sûriyê.”

SEDEMA SIYASÎ YA MEJIYÊ DEWLETA TIRK

Têkildarî daxuyaniyan El-Durzî wiha anî ziman: "Ew daxuyanî mejiyê siyasî yê Tirkiyê temsîl dikin. Ew siyaset ne tenê reftara serokkomarê Tirkiyê û AKP’ê nîşan dide, lê belê reftara piranî siyasetmedarên Tirk. Lê tenê cudahiyeke biçûk têkildarî bidestxistina Lîwa Iskenderon û herêmên din heye, di nav de destkeftiyên li Qafqasyayê. Ew nahêlin heta kesek bi wan herêmên dagir kirine bifikire, ne hîna li dijî wê kar bikin, bi taybet dewletên rojavayî ku li pêş siyasetên dagirkeriyê yên Tirkiyê nasekinin. Ji ber dikevin xizmeta berjewendiyên wê yên stratejîk."

ÇIMA AKAR JI IDLIBÊ DAXUYANÎ DA?

Bersiva wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar tundtir bû, Akar got: "Daxuyaniya Meclisa Gel a Sûriyê badilhewa ye û tu ferq di navbera wê û kesê ser hişê xwe ve çûye de tune ye."

Akar anî ziman "Em hin daxuyaniyên bêserûber ku tu wateyên wê tune ne derbarê (kantona me Hatay) de dibihîsin û kesên nezan ew daxuyanî da. Tu qiymeta wan daxuyaniyan tune ye."

Peyamên dewleta Tirk ên li ser zimanê wezîrê parastinê yê Tirkiyê, ne bi navaroka wan daxuyaniyan bû, lê belê bi şêwazê wê û cihê ku bi zanabûn ji wir daxuyanî dane bû, ew jî herêmên li Idlibê ya ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin.

Dewleta Tirk gelek herêmên Sûriyê dagir kirine; gundewarê Idlibê, Heleb, Laziqîyê û Hema, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî.

Li ser vê yekê El-Durzî ev tişt anî ziman: "Ew daxuyanî ji dewletên cîran re peyamek e ku dê Enqere parastina herêmên dagirkirî mîna Idlib û herêmên bakurê Sûriyê bike. Bi wê yek teqez dikin ku dê çarenûsa herêmên dagirkirî mîna ya Lîwa Iskenderon bin û ji wan herêman dernakevin. Mîna tecrûbeya berê li Sûriyê û tecrûbeya li Qirbirsê ku dewleta Tirk di 1974’an êrişî wê kiriye. Tevî ku tu dewlet bi bakurê Qibrisê yê tirkî îtîraf nake, lê tu zexteke cidî li dijî wê tune ye ku ji Qibrisê derkeve."

El-Durzî teqez kir ku dewleta Tirk di Idlib û bakurê Sûriyê de xwe dispêre dubarekirina heman tecrûbeyê û pişta xwe dide girîngiya Tirkiyê ya stratejîk ji bo dewletên rojava. Ji wê zêdetir jî pişta xwe dide istismaratên mezin ên rojavayiyan li Tirkiyê. Ev yek jî nahêle tu helwesteke hiqûqî li hemberî siyasetên dewleta Tirk derkeve."

PÊDIVÎ BI XURTKIRINA ENIYA HUNDIRÎN HEYE

Dr.Ehmed El-Durzî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji dewleta Sûriyê û tevahî hêzên siyasî yên li ser erdê tê xwestin ku eniya hundirîn xurt bikin û li hemberî van gefan (Îsraîl û Tirkiye) tiştê ku divê bikin, diyar bikin. Lê ev yek li gel siyasetên hemû alî dimeşînin, ne pêkane, lê belê bi rêya diyaloga li ser pêşeroja Sûriyê pêkan e."

ANHA