​​​​​​​Hesen Koçer: Di qetlîamên Kurdan de destê îstixbarata PDK`ê heye

Hesen Koçer têkildarî sekna Iraqê ya li hemberî êrişan anî ziman ku serweriya wê nemaye û hişyarî da “Bila hişê xwe bînin serê xwe. Ew çi qas kuştin û tifaqan bikin jî ne Şengal ne jî Rojava dê wekî berê venegere.”

​​​​​​​Hesen Koçer: Di qetlîamên Kurdan de destê îstixbarata PDK`ê heye
10 kanûn, 2021   07:11
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

7`ê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek (SÎHA) erebeya Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel hedef girt. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî yên pê re bûn, bi giranî birîndar bûn. Beriya niha jî Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt Şengalî jî bi heman şêwazê êrişan hatibûn şehîdxistin.

Hesen Koçer anî ziman ku bêdengiya hêzên navneteweyî rê dide zêdebûna êrişan û got: “Divê hêzên navneteweyî nebin şirîkê kuştina Kurdan.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, duh di bernameya taybet a ANHA`yê de êrişa dewleta Tirk li Şengalê, daxuyaniya Iraqê, tevgera PDK û bêdengiya navneteweyî nirxand.

Hesen Koçer bi bîr xist ku êrişa li Şengalê ne nû ye ku her dem di nav xwestekên êrişkirina Rojava û Şengal de ne û got: “Dewleta Tirk bi siyaseta xwe dixwaze îradeya gelan bişikîne û bêbaweriyê li hember xweseriya demokratîk ava bike.  Di esas de DAIŞ kirin meriyetê da ku gelê Şengalê qir bikin lê nikarîbûn. Li wir berxwedaniya gerîla û YPJ/YPG çêbû. Dewleta Tirk dît ku DAIŞ daxwaza wan ne li Rojava ne jî li Şengalê pêk anî. Êdî ketin nav hewldanên ku DAIŞ nikarîbû bike dewleta Tirk dike. Her wiha bi van êrişan re dixwaze krîza xwe a hundirîn derbasî derve bike. Navê wê siyaseta ku dide meşandin xapandina gelê Tirkiyê ye. Ji xwe ewlehî nemaye ku bûye zindan.”

'DEWLETÊN BÊ DENG DIMÎNIN, ŞIRÎKÊN QETLÎAMAN IN'

Hesen Koçer diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ji êrişan re dibe alîkar û got: “Bêdengiya wan piştgirîdayîn e. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê de ewqas êriş çêbûn. Ev êriş hemû encama bêdengiya navneteweyî pêk tên. Wekî ku ji Tirkan re bibejin 'heye ku em nehêlin êrişên leşkerî tu berfireh bike lê tu van êrişên din de serbestî û rê li te vekiriye'. Şirîkê qetlîamên dewleta Tirkiyê ne tenê Tirkiyê ye, dewletên din yên ku bêdeng dimînin jî şirîk in. Qada hewayî di destê wan dewletên mezin de ye. Bê destûra hêzên navneteweyî dewleta Tirk nikare van êrişan bike. Tişta em fêm dikin ew e ku van hêzên navneteweyî li ser qada hewayî li hev kirine ku ji dewleta Tirk re vedikin. Divê dewletên navneteweyî nebin şirîkê kuştina Kurdan. Ya ku zora me diçe tevgera PDK`ê a ku ji xwe re dibejê 'ez Kurdim'. Yên ku Şengal teslîmî DAIŞ`ê kirin ew bûn. Bi peymana Şengal re esas Şengal teslîmî DAIŞ`ê kir. Helwesta me zelal e; me wekî gelê Kurd li ber xwe da ye û em ê dîsa jî li ber xwe bidin.”

‘MIROV ŞERM DIKE JI WAN RE BIBÊJE KURD’

Hesen Koçer, li ser hedefgirtina şehîd Merwan Bedel got: “Dibêjin 'em xweseriya we qebûl nakin'. Dixwazin qirkirina êzidiyan bibin serî. Gelê Şengalê divê xwedî li nirx û çanda xwe derkeve. Esas ew peymana di navbera Tirkiye-PDK-Iraqê (Peymana Şengalê) de çêbû li dijî xweseriyê bû. Dema xweseriya Şengalê nebû, nikaribûn herêmê biparêzin û reviyan. Wan nikarîbû biparêza, keçên êzidî teslîmî DAIŞ`ê kirin, qetlîam anîn serê wan. Niha hûn çi ji êzidiyan dixwazin? Mirov şerm dike ji wan re bibêje Kurd. Fêdî nakin. Wan nikarîbû Kerkûkê biparêzin ku hêzên Tirkan li wir bi cih bûne. Behsa parastina çi dikin?  Baweriya gelê êzidî bi PDK`ê û hikumeta Iraqê tune ye. Yên ku dev ji êzidiyan berdan ew bûn, niha jî dibêjin nabe êzidî xweseriya xwe biparêzin, hêzê ji xwe re çêkin. PDK dê bibêje li Şengalê PKK heye. PKK li pêş çavê gelan ji Şengalê derket. Ev hincet in.”

‘ŞENGAL Û ROJAVA VENAGERIN BERÊ’

Piştî Peymana Şengalê a di navbera hikumeta Bexda û Hewlerê de pêk hat êriş zêdetirîn bûn. Der vê yekê de Hesen Koçer ev tişt anî ser ziman: “Peymana Şengalê bê wijdanî û ne rast e. Gelê li Şengalê hemwelatiyên Iraqê ne. Iraq çawa destûra êrişan dide? Divê hemwelatiyên xwe biparêze lê diçe bi dewleta Tirk re peymana çêdike û ji Tirkan re dibeje were li hemwelatiyê min bixe. Serweriya Iraqê tune ye. PDK dibeje `bila Tirk li Şengalê bin lê Kurd ne li wir bin.` Bila hişê xwe bînin serê xwe. Ew çi qas kuştinan û tifaqan bikin jî ne Şengal ne jî Rojava venagerin wekî berê.”

Hesen Koçer, daxuyaniya Iraqê ya li dijî êrişê dewleta Tirk wek daxuyaniyeke şermok pênase kir û got: “Hilbijartinên wê dawiyê îspat kir ku gelê Iraqê xwedî şeref e, siyaseta Iraqê qebûl nake. Dewleta Tirk êriş dike, tenê daxuyaniyan didin. Siyaseta Iraqê divê zelal be. Bi vî rengî nabe. Dewlet êdî guh nadin wan.”

Çapemaniya hikumeta AKP/MHP herî dawî Merwan Bedel jî wek endamê PKK’ê nîşan da. Hesen Koçer der barê vê mijarê de jî got: “Bi navê PKK’ê Kurdan dike hedef. Tunekirina Kurdan kirine biryar. hêzên navneteweyî jî divê bizanin ku nikarin Kurdan di bin wî navî de qir bikin. Şerefekî mezin e ku Kurdek bibêje ez welatparêz im, azadîxwaz im. Hebûna Kurdan li ku derê hebe, dê êrişî wê derê bikin.”

‘DI QETLÎAMÊN KURDAN DE DESTÊ ÎSTIXBARATA PDK’Ê HEYE`

KCK'ê destnîşan kir ku kesên 'Parastin'ê ew li Şengalê bi rêxistin kirine, agahiyên îstixbaratî dane MÎT`ê da ku êrişa li Şengalê pêk bînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî heman rêbaz û îstixbaratan Yûsif Gulo hatibû şehîdxistin. Hesen Koçer got: “Kurdên xwefiroş û zeîf hene. Beramberî xwefirotinê agahiyan didin dewleta Tirk. Ew xayîn in. Îstixbarata PDK`ê jî alîkariya wan dike ku rojane agahiyan didin dewleta Tirk. Di qetlîama Kurdan de destê îstixbarata PDK’ê heye. Îstixbarata PDK’ê ji bo şehîdxistina gerîla û hemwelatiyên Şengalê bi xwe agahiyan dide. PDK divê dev ji van tiştan berde. Divê gelê Başûr jî li dijî wan xwedî helwest be. Partiyek ku Kurdan bikuje dê çawa bibe partiya wan? Ji bo pere Kurdan difiroşin.”

‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR XWEPARASTINA XWE ÇÊKE’

Herî dawî Hesen Koçer banga xurtkirina xweparastina Kurdan kir û got: “Divê gelê Başûr bizane ku di nav xetereyê de ye. Bila nebêjin hikumeta wan heye, bizanin ku hikumeta wan tune ye û bê parastin in. Sibe êrişek çêbe dê hemû dev jê berdin. Divê gelê Başûr xweparastina xwe çêke. Niha dewleta Tirk dixwaze Başûr bi temamî bixe destê xwe, dagir bike. Dewleta Tirk şerê Kurdan dike ku wê nehêle federaliya Kurdistanê bimîne. Gelê êzidî jî divê xwe bi rêxistin bike, hêviyan bi partiyên wan difiroşin, nede girêdan.”

ANHA