​​​​​​​Hesen Koçer wê îro êrişa li ser Şengalê binirxîne

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer derbarê êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê de mêvanê bernameya taybet a ANHA`yê zindî ye. 

​​​​​​​Hesen Koçer wê îro êrişa li ser Şengalê binirxîne
9 kanûn, 2021   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

7'ê Kanûnê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a bi çek (SIHA) erebeya Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel kir hedef. Di encama êrişê de Merwan Bedel şehîd bû û du zarokên wî yên pê re bûn, bi giranî birîndar bûn. Beriya niha jî Mam Zekî, Mam Seîd, Zerdeşt Şengalî jî di encama heman şêwazê êrişan de hatibûn şehîd xistin.

Gelo di van êrişan de tenê tiliya dewleta Tirk heye, daxuyaniya Iraqê têrî vê dike, çima qada hewayî ya herêm ji êrişan hatine vekirin, ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê çi dixwazin?

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer di bernameya taybet a ANHA' yê de dê bersiva van pirsan dide.

Bernameya taybet îro saet di 20:00’an de bi dema Rojava, li ser malpera ANHA`yê û hesabên wê yên fermî li ser malperên medya dijîtal dê were weşandin.

https://www.youtube.com/channel/UCW353iupRhL8OspPE50U2dg

https://www.facebook.com/kuhawarnews

/kr/

ANHA