'Sûcên dewleta Tirk, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e'

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê û gundewarê wê bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ya daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tirkiyê gelek sûc û kiryarên dermirovahî û derexlaqî pêk tîne.          

'Sûcên dewleta Tirk, binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e'
9 kanûn, 2021   15:44
MINBIC

Daxuyanî ji aliyê berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Ibtîsam Ebdulqadir ve bi amadebûna hejmarek jinan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin "Bi boneya Roja Mafên Mirovan a Cîhanê ku di sala 1948'an de ji aliyê Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat ragihandin û tê de gelek mafên mirovan û azadiyên bingehîn hatin diyarkirin, em dixwazin diyar bikin ku em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet li herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê ji aliyê ewleta Tirk a dagirker ve rastî êriş, sûcên terorî, kiryarên li dijî nirxên mirovî û exlaqî tên.

Hema bêje rojane li wan herêman bi dehan jin û zarok tên kuştin, revandin, girtin û destdirêjî li wan tên kirin. Li Cerablûs, Bab, Ezaz û Idlibê jin rastî tundî, heqaret, neheqî û koletiyê tên, ev jî encama hebûna rejîmên desthilatdar ji aliyekî ve û ji aliyê din ve zihniyeta civaka serdest bi ramanên xwe yên paşverû ye ku li hember jinan, ku mafên wan ji pêkanîna jiyana xwe ya xwazayî ji dest hatiye standin û hîna jî tên kuştin û tecawizkirin û tundî bi awayên herî hovane li wan tên kirin."

Di daxuyaniyê de hate pirsîn: "Rêxistinên mafên mirovan li ku ne? Rêxistinên mafên jinan li cîhanê li ku ne? Di nava van komkujî û sûcên li dijî jin û zarokan de ku weke sûcên li dijî mirovahiyê tên dîtin, Neteweyên Yekbûyî li ku ye?"

Di daxuyaniyê de ji bo misogerkirina mafên rewa yên tevahî jin û piştevaniya berxwedana jinan da ku rola xwe di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîzin û mafên xwe di destûra Sûriya pêşerojê de bistînin, banga têkoşînê hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû rêxistinên mirovî û mafên mirovan û civaka navneteweyî hat kirin ku erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk bînin û hemû êriş û binpêkirinên li ser sivîlan bi taybet jin û zarokan rawestînin.

(dx)

ANHA