Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike

Şêniyên bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina şehîdxistina Merwan Bedel xwepêşandanek li dar xistin. Di xwepêşandanê nerazîbûn li hemberî siyasetên PDK`ê hatin şermezarakirin.

Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
Nerazîbûnên li hemberî şehîdxistina Bedel dewam dike
8 kanûn, 2021   15:02
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina hedefgirtina hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve şêniyên bajarê Qamişlo daketin qadan.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo, endamên Kongra Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Tevgera Kuminîst a Şoreşger û saziyên civaka sivîl li pêşiya çerxerêya El-Şerq kom bûn. Xwepêşanderan pankartên bi nivîsa “Bi rihê berxwedana şehîdên Şengalê em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin” vekirin.

Di xwepêşandanê de sloganên “Bimire xiyanet”, “şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Şengalê” hatin berzkirin. Xwepêşanderan li pêşiya çerxerêya Sonî rawestiyan.

Di mêtîngê endamê PYD'ê Mesûd Dawûd axivî û got: “Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hat şikandin, îro roj dixwaze careke din bi kiryarên xwe yê kirêt pêşengên civaka azad hedefbigire.” Bi van axaftinan Mesûd Dawûd bal kişand ser hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya wê ji kiryaran re.

Dawûd da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya PDK`ê dixwaze zirarê bighîne her çar parçeyên Kurdistanê û got: “Nameya min ji bo PDK`ê ev e; li xwe veger, ev siyaset xizmeta gelê Kurd nake, bila PDK`ê li xwe vegere ji ber beriya niha dev ji gelê Şengalê berda niha jî vê yekê dike."

Mîtîng bi sloganên “bimire xiyanet” û “bijî berxwedana Şengalê” bi dawî bû.

(sb)

ANHA