Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê

Di çarçoveya pêngava"Dem dema Azadiyê ye " de Kongra Star û Meclisa Giştî ya Helebê çalakiya konvedanê li dar xist. Beşdarên çalakiyê destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherandiye akadmiya zanist û fikirê, ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê lê girantir dike

Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê
Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê
Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê
Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê
Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê
Li Helebê di çarçoveya pêngava "Dem dema Azadiyê" calakiya konvedanê
8 kanûn, 2021   15:19
HELEB

Ji 29'ê Mijdarê ve desthilata Tirkiyê girtekê din li dijî rêber Abdullah Ocalan girt, heta 6 mehan hevdîtinên bi parêzeran re qedexe kir ku ji 12'ê Cotmehê destpê kiriye. Her wiha hevdîtina bi malbatê re heta 3 mehan qedexe kir ku ji 18'ê Tebaxê ve destpê kiriye.

Herî dawî 25'ê Adarê Mihemed Ocalan bi birayê xwe  rêber Abdullah Ocalan re bi telefonê axivîbû.

Ji bo bidawîkirina tecrîdê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di 10'ê Îlona 2020'an de pêngava "Dem dema Azadiyê ye" ragihand.

Di çarçoveya wê pêngavê de Kongra Star bi koordîneya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê çalakiya konvedanê bi dirûşma "Konê piştgiriyê"  li dar xist.

Konê çalakiyê li pêşiya komîngeha Şehîd Destîna ya li beşa rojhatê taxa Şêxmeqsûd hat vedan.

Di roja yekemîn a çalakiyê de endamên komîn, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk, Meclisa Lihevanînê, tevger û saziyên civaka sivîl û hêzên Asayîşê hazir bûn.

Di çalakiyê de bi navê aÎnsiyatîfa ji bo rêber Abdullah Ocalan Amine Xedro, endamê Komîna Şehîd Destîna Ednan Mamo,  hevseroka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a Helebê Fatme Koşan axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin rêber Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên li Rojhilata Navîn û cîhanê tê dikoşe. Her wiha banga azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan kirin.  Ji bo wê soz dan ku têkoşînê mezin bikin

Çalakiya konvedanê wê heta sibe berdewam bike.

(şx)

ANHA