Meclisên rêveber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist 

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro civîna xwe ya asayî ya meclisên rêveber li dar xist û tê de mijarên girêdayî rewşa çandinî, xebata rêxistinan, sotemenî û qaçaxî nîqaş kirin.

Meclisên rêveber ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li dar xist 
8 kanûn, 2021   14:56
REQA

Civîn li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş axivî. El-Mihabaş îşaret bi rewşa siyasî ya Sûriyê û cîhanê û gefên li dijî herêmê kir, her wiha behsa kar û xebata dîplomatîk ên Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û sînordarkirina destwerdanên derve kir.

Dûvre deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin. Beşdaran ji bo xurtkirina rola Meclisa Sûriya Demokratîk û beşdariya wê ji diyaloga sûrî re, her wiha di qada siyasî ya danûstandinan de pêşniyar kirin.

Hevseroka Meclisa Sivîl a Reqa Leyla Mistefa axivî û diyar kir ku divê rola nûnertiyên Rêveberiya Xwseser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dewletên cîhanê were aktîvkirin.

Civîn li pêşiya dezgehên çapemeniyê ve girtîbû û li gorî plansaziya civînê tê payîn di civînê de raporên amadekariyên meclisên rêveber ên kongreyên salane û avakirina komîteyên têkoşîna li dijî qaçaxçîtiyê were nîşqaşkirin.

Her wiha nîqaşa rapora belavkirina mazota germkirinê, rûberên ji bo hilberînên zivistanê hatine çandin û mekanîzmeya ruxsetkirina wan û pêkanîna wê di 2022`an were kirin.

Ji plansaziyên civînê ew e ku kar û xebata rêxistinan were nîqaşkirin.

(eh)

ANHA