Îsraîlê qada konteyneran a bendera Lazîqiyê hedef girt

Ajansa Sana ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku vê berbangê Îsraîlê li dijî qada Konteyneran a bendera Lazîqiyê ya bazirganiyê bi moşekan hedef girtiye.

Îsraîlê qada konteyneran a bendera Lazîqiyê hedef girt
7 kanûn, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Sana li gorî çavkaniyekî leşkerî ragihand ku vê berbangê derdorê saet 1:23`an Îsraîlê qada konteyneran a bendera Lazîqiyê ya bazirganiyê bi gelek moşekan hedef girtiye.

Çavkanî destnîşan kir ku di encama êrişê de gelek konteynerên bazirganiyê li cihê bûyerê şewitîne.

(cx)