Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser me hemûyan e

Tecrîda li ser rêber Ocalan tecrîda li ser me hemûyan e
7 kanûn, 2021   08:33

AHMET BÎRSÎN

Piştî 7 salan Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê herî dawî karî bêhiqûqiya faşîzma AKP-MHP'ê bibîne. Diyar kir ku cezayê mubebbetê yê dane rêber Abdullah Ocalan, di esasê xwe de wek darvekirina bi demê re tê bikaranîn û “mafê hêviyê” ji holê radike. Konseyê xwest cezayê muebbetê li gorî normên yasayî yên Ewropayê ku Tirkiye jî bi wan ve girêdayî ye, biguherîne û salek dem dayê. Bê guman girîng e ku dixwazin ev sîstema cezayî ya ku ne mirovî û ne jî exlaqî ye, were guherandin. Lê heke rola dewletên Ewropayê di komploya li dijî rêber Ocalan de û derengxistina biryarê û hem jî ji ber ku heta salekê dem dane, nîşan dide ku ew li hemberî dewleta Tirk bi tolerans in. Bê guman ev yek nayê qebûlkirin.

Parêzerên rêber Ocalan bi du serlêdanên cuda cezayê muebbetê wek binpêkirina mafên mirovan qebûl kir, ku ne li gorî Peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ye. Tevî ku ev biryar di Adara 2014'an de hat dayîn jî, encax di Kanûna 2021'an de hate rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Ji ber vê yekê, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di dema xwe de zexta hiqûqî li Tirkiyê nekir ku aliyekî peymana DMME ye, lê toleransa siyasî nîşan da. Tenê di encama têkoşîna gelê Kurd, gelên azadîxwaz û demokrasîxwaz de ev biryara girîng dan.

Mijareke din a girîng û lezgîn jî, polîtîkaya tecrîdê ye ku 23 sal e didome. Rêber Ocalan ji 25’ê Adarê ve bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê bi telefonê axivî ku ew jî hate qutkirin û heta niha jê agahî nîn e. Vê polîtîkaya faşîzma AKP-MHP’ê ya tecrîdê ku sûcekî li dijî mirovahiyê ye û ji aliyê DMME’yê ve wek binpêkirin hatiye dîtin, polîtîkaya tolhildanê ya li dijî rêber Ocalan e, naxin rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Ev yek bêberpirsyariyeke mezin e. Ne ya qebûlkirinê ye ku berpirsyariya xwe biavêje ser CPT’yê. Lewma divê CPT derhal biçe zindana Îmraliyê ku bûye navenda îşkenceyê û der barê rewşa rêber Ocalan de raya giştî ya navneteweyî bi taybetî gelê Kurd agahdar bike.

DIVÊ CPT LI BIRYARA XWE BIBE XWEDÎ

Divê ji hêla CPT'yê ve jî normal neyê dîtin ku polîtîkaya tecrîdê ya faşîzma AKP-MHP'ê bi navê 'cezayê dîsîplînê' yê li dijî rêber Ocalan ji xwe re meşru bike. CPT’yê bi xwe jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê îşkence ye û daxwaza rakirina wê kir. Wê demê divê ew bi xwe biryara xwe bi cih bîne. Dewleta Tirk tu carî li dijî rêber Ocalan, dadgeh jî tê de ye, bi rengekî hiqûqî tev negeriya û her tim bi armancên siyasî tev geriya û tol hilanî. Ji ber vê yekê, ne tenê gelê Kurd hêvî dike ku îro ji rêber Ocalan agahiyekê bibihîze, civaka navneteweyî, rewşenbîr, jin û ciwanên ku bûne wijdan û exlaqê mirovahiyê, yên ku ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya rêber Ocalan tev li kampanyaya 'A niha Azadî' bûne jî li bendê ne ku ji rêber Ocalan agahiyekê bibihîzin. 

DIVÊ HER KES TIŞTEKÎ BIKE

Di vê merheleyê de heke mirov bi tenê li benda Konseya Ewropayê, CPT an jî saziyên din ên hiqûqî be ku pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ya faşîzma AKP-MHP'ê tiştekî bikin, sibe dikare encamên wê yên nediyar jî çêbin. Ji ber ku li dijî her cure ferzkirinên dewleta Tirk rêber Ocalan û hevrêyên wî yên ku li wir mane, di nav berxwedaneke mezin de ne. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi awayekî neyînî tên bersivandin. Hemû kesên alîgirên azadî û demokrasiyê, bi taybetî gelê Kurd, divê li dijî vê tecrîda li derveyî mirovahiyê ya li hemberî rêber Ocalan bikevin nava tevgerê û bi xurtî daxwaza azadiya wî bikin.

ŞIKANDINA TECRÎDÊ ŞIKESTINA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê YE

Bila ji bîr nekin ku pêşketina demokrasî û azadiyan a li Tirkiyê bi polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê re têkildar e. Îro tecrîda li ser me hemûyan li Îmraliyê hatiye çêkirin. Tecrîdeke li ser tevahiya gelê Kurd e. Ji bo gelên Tirkiyê yên ku azadî û demokrasiyê dixwazin, tecrîdek e. Lewma tecrîda li wê derê bê şikandin, tê wateya şikandina faşîzma AKP-MHP'ê. Tê wê wateyê ku Tirkiye xwedî azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê berxwedana li Îmraliyê li ser navê me hemûyan e. Divê em rojeva xwe li ser tecrîda li dijî rêber Ocalan û azadiya wî ya fîzîkî ava bikin. Gelê Kurd û dostên wan ên li hemû parçeyan heta ku ji rêber Ocalan agahiyekê nebihîzin, divê nesekinin.