‛Hevbendiya Kurd û Ereban rêbaza yekane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk e’

Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd gotin, QSD’ê ji bo parastina xakê modela jiyana hevbeş e û banga xurtkirina yekitiya Kurd-Ereb kir.

‛Hevbendiya Kurd û Ereban rêbaza yekane ya bidawîkirina dagirkeriya Tirk e’
7 kanûn, 2021   04:12
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Bi destpêka şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û damezrandina Rêveberiya Xweser re ku xwe dispêre yekitiya gelên herêmê û jiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de, Rêveberiya Xweser têkiliyên hezkirinê di navbera pêkhateyên herêmê de xurt û geş kir û li hember tevahî astengiyên derve yên hewl dan bi rêya derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de civakê ji hev bixin, sekinî.

/kr/uploads/files/2021/12/06/202344_-.webp

Serokeşîra Esyad El-Heyayîn a herêma Cizîrê şêx Elaedîn Şêx Ehmed destnîşan kir ku rejîmên desthilat di siyasetên xwe de li hember gel, civak û etnîkan de rêgeza "ji hev bike, têk bibe" bi kar anîn, da ku xêr û bêrên civakan talan bikin û desthilatdariya xwe berdewam bikin.

Şêx Ehmed wiha got: "Lê di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, welatiyan pişta xwe da hêmanên dîrokê yên pêkhateyên Sûriyê bi hev ve girê didin."

Li ser çawaniya sekna li hember siyasetên şerê taybet ê li dijî gelên herêmê Şêx Elaedîn Şêx Ehmed ev tişt got: "Îro ji her demê zêdetir pêdivî bi yekitiya pêkhateyan heye da ku li hember gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk a li herêmê bisekinin ku encamên fedekariyên pêkhateyên herêmê e."

Şêx Elaedîn Şêx Ehmed da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji ciwanên pêkhateyên herêmê pêktê û yekitiya xaka Sûriyê parast û ev tişt anî ziman: "Îro ji tevahiyan tê xwestin ku piştevaniya van hêzan bikin ku li hember çi dagirkeriyê bisekinin."

Şêx Elaedîn Şêx Ehmed di dawiya axaftina xwe de got, hevbendiya Kurd-Ereb rêbaza yekane ya parastina herêmê ji êriş, gef û siyasetên şerê taybet e.

/kr/uploads/files/2021/12/06/202424_-.webp

Li aliyekî din jî yek ji rûspiyên eşîra Kaska ya Kurd, Mihemed Seîd Hesen Nayif jî got, hevbendiya Kurd-Ereb rêbaza yekane ya bidawîkirina hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyê ye.

Nayif wiha domand: "QSD’ê ji bo yekitiya pêkhateyan li Sûriyê û tevahî cîhanê modelek e, ji ber ku QSD’ê ji ciwanên pêhateyên herêmê hat avakirin û li dijî dagirkerî û terorê sekinî, planên dijmin û komployên li dijî herêmê bi bin xistin."

Nayif îşaret pê kir ku pêwîst e pêkhateyên herêmê ji hewldanên derxistina fitneyê hişyar bin û wiha pê de çû: "Hîna jî aliyên derve ji bo derxistina fitneyê di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixebitin, divê gel vê yekê û xeteriyên van komployan bizanin."

Rûspiyê eşîra Kaska, Mihemed Seîd Nayif di dawiyê de bang li partiyên siyasî kir ku piştevaniya Rêveberiya Xweser bikin û  got: " Rêveberiya Xweser ne tenê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heman demê ji bo tevahî sûriyan projeyeke serkeftî ye."

(fr)

ANHA