Endama Kongreya Star ji bo rizgarkirina Fîdan û Wîsal banga lezgîn kir

Endama Koordînasyona Kongreya Star Amîne Xidro bang li cîhanê kir ku bi lez destwerdanê bikin û her du jinên ciwan ên di girtîgeha dagirkeran a li bajarê Raî de ji cezeyê înfakirinê rizgar bikin.

Endama Kongreya Star ji bo rizgarkirina Fîdan û Wîsal banga lezgîn kir
7 kanûn, 2021   00:38
HELEB-NESRÎN ŞÊXO

Dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê li herêmên ku dagirkirine sûcên xwe yên dermirovî ji revandin, îşkencekirin û qetilkirin li dijî welatiyan didomînin.

Raporên têkildarî çarenûsa her du jinên efrînî Fîdan Ebdurehman û Wîsal Henan ên di girtîgeha dagirkeran a Raî de ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn ji bo şênî, rêxistinên hiqûqî û yên tevgerên jinan cihê fikaran e.

Partiya Yekitiya Demokrat Kurd li Sûriyê roja şemiyê raporek weşand. Di raporê de tê destnîşan kir ku Fîdan Ebdureham Bîlal û Wîsal Henan Emîn ên di girtîgeha Raî de bi cezayê înfazkirinê re rû bi rû ne.  Fîdan Bîlal (22) ji gundê Qudê yê navçeya Racoyê ye û Wîsal Henan Emîn Henan (35) ji bajarê Efrînê ye.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Amîne Xidro sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî welatiyan û jinan bi taybet şermezar kir.

Amîne Xidro got: "Ev sûc ne ji îro ve ne, lê ji dema dewleta Tirk a dagirker kanton dagirkiriye ve, gelek sûc pêk anîne û di encamê de gelek welatiyên bêguneh bûn qurban."

Têkildarî Fîdan Bîlal û Wîsal Henan ên di girîgeha Raî de û bi cezayê îfazê rû bi rû ne, îşaret pê kir ku rêxistinên hiquqî û yên jinan ji aqûbeta her du jinên ciwan bi fikar in.

Amîne Xidiro bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku yekser destwerdanê bikin û dawî li sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê bînin û her du jinan rizgar bikin.

(eh)

ANHA