Şengaliyan hewldaneke din a provakatîf a hikumeta Iraqê asteng kir

Hikumeta Iraqê xwest bi 20 basan malbatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê di ser Şengalê re derbasî Iraqê bike, lê ji ber nerazîbûna şengaliyan ev hewldan hate rawestandin.

Şengaliyan hewldaneke din a provakatîf a hikumeta Iraqê asteng kir
6 kanûn, 2021   21:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsê, di demeke êrişên DAIŞ’ê li dijî Başûrê Kurdistanê zêde bûne de, hikûmeta Iraqê xwest malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên iraqî û li kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ne, di ser Şengalê re derbasî Iraqê bike.

Lê şêniyên Şengalê ev hewldana hikumeta Iraqê di vê pêvajoya hestiyar a zêdebûna êrişan de weke hewldaneke provakatîv dîtin û nerazîbûn nîşan dan.

Li gorî çavkaniyên ji herêmê  20 bas ji aliyê hikumeta Iraqê ve anîne Sinûnê û dixwazin di gundê Borikê re derbasê Rojavayê Kurdistanê bibin û mablatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê derbasî Iraqê bikin.

Derbarê vê hewldanê de Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê  Haşim Hecî axivî  û got: “Bangawaziya me ji dewleta Iraqê, cihê herî aram a Iraqê Şengal e. Ev demek e behsa vê yekê dihate kirin û me ji nêz ve ev rewş dişopand. Divê vê hewldanê bide sekinandin.”

Li hember vê hewldanê hem asayîşa Êzîdxanê hem jî gel ket tevgerê û di encama nerazîbûna gel de basên xwestin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, paşde vekişîn.