Siyasetmedar û rewşenbîr: Bi finansekirineke mezin Kurd tên koçberkirin

Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku toreyên herêmî yên girêdayî hêzên cîhanî hene  ku armanc dikin herêmê ji pêkhateyên wê di serî de Kurdan vala bikin. Her wiha gotin, PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker sedemên sereke yên koçberkirina Kurdan in.

Siyasetmedar û rewşenbîr: Bi finansekirineke mezin Kurd tên koçberkirin
7 kanûn, 2021   01:46
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Qeyrana koçberan li ser sînorê Belarûs û Polonyayê girantir bûye. Sedema vê koçberiyê polîtîkayên hikumetên serdest ên dewletên wan, destwerdana Tirk û êrişên qirkirin û dagirkirinê yên li ser xaka Kurdan  in. Piraniya kesên ku vê dawî di Deryayê Manş de xeniqîne Kurd bûn. Her wiha yên li ser sînorê Belarûsê jî asê mane Kurd in.

/kr/uploads/files/2021/12/06/205834_-.webp

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ezher Ehmed destnîşan kir ku koçberiya ku li herêmên Kurdan rû didin, bi taybet li Başurê Kurdistanê diyardeyeke metirsîdar e û divê were rawestandin û got: “Li gel bûyerên li Kurdistanê rû didin, ev yek gelek xeter e û mîna qirkirina kurdan tê hesibandin.”

Ezher Ehmed wiha domand: "Gelê Kurd herî zêde bi hedefgirtin û koçberiyê re rû bi rû maye. Ji bo koçberiya ji gelek aliyan ve ku piraniya wan veşartî ne û ji ber armancên nediyar, teşwîqeke mezin heye. Ji wê zêdetir stratejiyeke bi armancên dûr û kûrtir ji ya ku koçber xeyal dikin heye.”

Ezher Ehmed destnîşan kir ku ev hemû hewldan bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên resen û guhertina demografiya herêmên Kurdan pêk tê.

Ehmed da zanîn ku hemû parçeyên Kurdistanê bi awayekî pankirî û sîstematîk bi koçberiyê re rû bi rû ne û ji bo teşwîqkirina koçberiyê bi taybet beşa ciwanan finanseyeke mezin hatiye veqetandin. Ji ber ku ev beşa civakê xwedî enerjiyeke leşkerî, çandî û civakî ye.

Ezher Ehmed diyar kir li dijî Kurdistanê şerekî taybet tê meşandin û ji hêla dijmin û nokerên Kurd ve di êrişeke sîstematîk re derbas dibe.

/kr/uploads/files/2021/12/06/205851_-.webp

Endama Meclisa Serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Canda Mihemed got, dewleta Tirk a dagirker bi rêya êriş û gefên xwe yên domdar ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê sedema sereke ya koçberiyê ye û ew ji vê yekê dixwaze herêmê ji pêkhateyan wê di sêrî de Kurd vala bike.

Canda Mihemed wiha pê de çû: "Dema ku ew herêman dagir dikin, guhertina demografîk û paqijkirina etnîk pêk tînin, mirovan ji warên wan derdixin û li şûna wan ên din bi cih dikin, da ku demografiya bajarên dagirkirî biguherînin. Ev siyaseteke sîstematîk e ku dewleta Tirk ji bo valakirina herêmê ji gelên resen dimeşîne. Projeyên xwe yên dagirkerî û berfirehkirinê pêk tîne û xewna xwe ya Mîsaqê Millî vejîne."

Canda Mihemed ev yek li gotinên xwe zêde kir: "Ev rewşên dijwar û siyasetên li dijî herêmê tên meşandin bandorê li gelê Sûriyê di serî de Kurdan, dike û wan dide koçberkirin.”

Canda Ehmed daxuyand ku koçberkirina Kurdan ji cih û warên wan, mîna dara ku ji kokê ve tê hilkirin û dê çanda wan tune bike, di çandên dewletên din de bihele û dê dawî li hebûna wan bîne.

Li gorî ku penaberên li ser sînorên Belarûsê bi dîmenan nîşan dane, sedema sereke ya koçberbûna Kurdan ji Başûrê Kurdistanê, siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî gelê Başûr e, nebûna edalet û wekheviyê ye, neparastina herêmên Kurdan e, her wiha gendeliyên berfireh di saziyên hikumetê de ye.

Çavdêr dibêjin ku siyaseta PDK'ê ew e ku li gorî siyaseta dewleta dagirker a Tirk li Başûr, herêmên kurdî vala bike û demografiya wan biguhere.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê Ezher Ehmed diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê koçberiya Kurdan a ji Başûr hêsan dike û got: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê alîkariyê dide ciwanên ku diçin derveyî welat."

Ezher Ehmed sedemên koçberiya ji Başûr bi rêbazên sîstematîk ên istixbaratên Tirkiyê û cîhanî ku bi destê mafya û torên qaçaqan ve girê da û got armanca sereke jî valakirina herêm, tunekirina kurdan û çanda wan e.

(şx)

ANHA