ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07-12-2021
7 kanûn, 2021   00:00

-Çalakiya li deriyê Sêmalka ya bi daxwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku di kemîna hêzên PDK'ê de şehîd bûne bi serdanên şêniyan di roja 64 de berdewam dike. (BI WÊNE Û DÎMEN(.

-Şêniyên herêma Dêrikê şehîd Elî Ehmed El-Mihemed li goristana Şehîdan a navçeya Til Koçerê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-MSD'ê bi navê "Rewşenbîr û asoyên çareseriya siyasî li Sûriyê" panekê li hola Firatê a bajarê Kobanê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd gotin, QSD’ê ji bo parastina xakê modela jiyana hevbeş e û banga xurtkirina yekitiya Kurd-Ereb kir.

- Pisporê kar û barên tevgerên îslamî û terora navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku pêwîst e civata navneteweyî, hêzên herêmî û  yên têkildar li hemberî rêxistinên tundraw û DAIŞ'ê û dewletên ku destekê didin wan, di serî de Tirkiyê bisekinin. (BI WÊNE).

- Li tevahî Kurdistan û cîhanê çalakiyên hemleya "Dem dema azadiyê ye" di sala duyemîn de berdewam dikin, têkildarî vê yekê Hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Firatê Mihemed Mehmûd teqez kir ku heta rêber Ocalan bi fîzîkî azad bibe hemle berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Endama Koordînasyona Kongreya Star Amîne Xidro bang li cîhanê kir ku bi lez destwerdanê bikin û her du jinên ciwan ên di girtîgeha dagirkeran a li bajarê Raî de ji cezeyê înfakirinê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Koma zarokên Firatê  bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê, şanoyekê li bajarê Minbicê pêşkêş dike, saet 12:00.

-Konferansa 7'emîn a Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunera Demokratîk di roja duyemîn de li navenda Aram Tîgran a bajarokê Rimêlan didome, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kesayeta welatparêz Ebdulbaqî Elî diyar kir ku PKK`ê doza Kurdan gihand cîhanê û ji bo welat wateya rastîn a têkoşîn û berxwedanê nîşan da. Elî îşaret bi têkiliyên di navbera kadroyên tevgerê û civakê de kir û got, ji gundekî heta gundekî dimeşiyan da serdana welatiyan bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Siyasetmedar û rewşenbîrên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku toreyên herêmî yên girêdayî hêzên cîhanî hene  ku armanc dikin herêmê ji pêkhateyên wê di serî de Kurdan vala bikin. Her wiha gotin, PDK`ê û dewleta Tirk a dagirker sedemên sereke yên koçberkirina Kurdan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê Mihemed Nûr Şebab diyar kir ku hikumeta Şamê ambargoyê li ser herêmê didomîne û Rûsya sozên ku dabû desteyê bi cih nayîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi hatina zivistanî re, koçberên  li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê bi destên xwe û bi alîkariya ji şaredariya kampê konên xwe yên riziyayî sererast dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi berdewamiya girtina dergehê Til Koçer  û tunebûna alîkariyên mirovî re aloziya koçberan zêdetir dibin, koçberên kampên bajarê Minbicê got, ew di demsala zivistanê de di nava rewşên zehmet de dijîn, ava baranê derbasî hundirê konê wan dibe û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA