Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya serbest dixe meriyetê

Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê îsal pergala perwerdeya serbest bide destpêkirin. Di pergalê de bawernameyên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê tên qebûlkirin.

Desteya Perwerdeyê pergala perwerdeya serbest dixe meriyetê
7 kanûn, 2021   07:42
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di sala xwendinê ya 2021-2022`an de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê metryalên refa 12`an temam kirin.

Pergala perwerdeya serbest (hur) ew e ku xwendekar an jî kesên piştî demekê dixwazin li xwendina xwe vegerin, bêyî biçin dibistanê dikarin ji dûrve bixwînin û tenê biçin ezmûnan pêk bînin. 

Derbarê mijarê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl ji ANHA`ê re axivî û diyar kir ku ev sîstem bi mebesta pêşxistina asta zanistî ya xwendekaran hatiye ragihandin û wiha got: “Kesên ku ji ber şer, aborî û penaberiyê dûrî xwendina xwe ketine, me dît ku ji mafê wan e ku dîsa xwendina xwe temam bikin.”

Ew pergal refên 9 û 12`an digire nav xwe û şertên wê wiha ne; xwendekarên ku navên xwe ji bo refên 9`an tomar bikin divê jorî 14 saliyê re bin û ji bo refa 12`an jî jorî 17 salên xwe temam kiribin.

Di her du refan de (9 û 12) heke xwendekar bi ser ketin ji mafên wan e ku careke din ezmûnê dubare bikin, lê heke bi ser nekevin ji mafê wan e  du caran dubare bikin.

Têkildarî qebûlkirina bawernameyên ji bo tomarkirina xwendekaran Rohat Xelîl got: “Em bawernameyên Rêveberiya Xweser û hikumea Şamê jî qebûl dikin.”

Tomarkirin dê heta 17`ê Kanûnê dewam bike.

ANHA