Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê bi diruşma "Kê tarîtiya nezaniyê çêj kiriye, zanî ku zanist ronahî ye" civîna xwe ya salane li dar xist, tê de rewşa perwerdê li Dêrazorê û astengiyên îsal û dayîna planêna sala bê nîqaş kirin.

Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
6 kanûn, 2021   17:07
DÊRAZOR

Civîn li herêma Sebe Kêlo li hola Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi beşdariya şandeyeke ji Komîteya Perwerdê ya Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek nûnerên Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê hat lidarxistin.

Têkildarî vê yekê Hevserokê Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Dêrazorê Kemal El-Mûse axivî û wiha got: "Me îro civîna salane ya Komîteya Perwerdê û Fêrkirinê ya 2021’an li dar xist. Di civînê de li ser rewşa siyasî ya giştî, xebatên komîteyê yên par, ji avakirin û sererastkirina dibistanan, astengiyên li hember xebatên perwerdê, bi taybet piştî bandorên pandemiya vîrusa Koronayê, erkdarkirina mamoste ji sala nû re û zêdekirina wan, hatin nîqaşkirin."

El-Mûse wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji pêşniyarên di civînê de hatine nîqaşkirin, ew e ku pirsgirêka kêmbûna pirtûkên dibistanan beriya destpêkirina sala xwendinê ya nû were çareserkirin, beşa tenduristî li dibistanan were vekirin, bodceya darayî were zêdekirin ku dibistan werin avakirin û sererastkirin."

(fr)

ANHA