Xebatên roja yekemîn a Konferansa Tevgera Mezopotamya bi dawî bûn

Bi diruşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" xebatên roja yekemîn ên 7.Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demoratîk bi nîqaşên beşdaran li ser rapora salane û rêziknameyê bi dawî bûn.

Xebatên roja yekemîn a Konferansa Tevgera Mezopotamya bi dawî bûn
6 kanûn, 2021   16:47
QAMIŞLO

Xebatên 7.konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk vê sibehê li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlanê ya Qamişlo dest pê kir. Di konferansê de 200 delegeyên ji tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Heleb û Şamê beşdar bûn.

Di konferansê de beşdaran axivî, rapora xebat û rêziknameya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk hatin xwendin.

Piştî nîqaşên li ser rapor û bendên rêziknameyê, xebatên roja yekemîn bi dawî bûn û ev yek li pêş dezgehên ragihandinê girtî berdewam kir.

Li gorî dîwana konferansê, dê xebatên roja duyemîn û ya dawî bi hilbijartina Meclisa Tevgera Çand û Hunerê û dayîna bernameya xebatê ya Tevgera Çand û Hunerê ya sala nû bi dawî bibin.

(fr)

ANHA