Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner bi axaftinan didome

Di Konferansa Tevgera Mezopotamya ya 7`emîn de hat destnîşankirin ku divê xebatên hunerî di xizmeta şoreşê de bin.

Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huner bi axaftinan didome
6 kanûn, 2021   13:41
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Dem dema avakirina çanda neteweya demokratîk e" Konferansa Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk a 7`emîn îro hat lidarxistin. Tê de 200 delege hazir bûn.

Di konferansê de piştî hilbijartina dîwanê endamê rêveber ê Komîteya Amadekar a Konferansê Xelîl Tehlo axivî. Paşê têkildarî kar û xebatên tevgerê yên du salan sinevîzyonek hat pêşendan.

Her wiha endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen axivî û got: “Armanca êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê; tunekirina çand û nasnameya hemû pêkhateyan e. Dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, israra me ya berdewamkirina berxwedanê li hemberî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, zêde dike. Em ê çanda xwe ji tunebûnê biparêzin.”

Ronahî Hesen destnîşan kir ku ji bo biserxistina şoreşê, divê çanda herêmê were parastin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Em ê nirx û çanda gelên vê herêmê biparêzin. Bi rewşenbîran, hunermendan û hêzên xwe yên leşkerî em ê teqez ser bikevin. Şoreşa me, şoreşa hebûn, îsbatkirina çand û dîrokê ye.”

Her wiha endama Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê Mariya Aho axivî û diyar kir ku divê hemû xebatên çandî di xizmeta azadiyê de bin.

Piştî bidawîbûna xebatan, konferasn li pêşiya dezgehên çapemeniyê girtî dewam dike. Li gorî Komîteya Amadekar dê di konferasnê de rapora xebatên tevgerê û rêziknameya wê were xwendin û nîqaşkirin.

(şx)